Ji bo azadiya kurê xwe yê birîndar têdikoşe 2022-02-10 13:03:30 AMED - Nazîme Boltan dema li kurê xwe ducanî, hevjînê wê hat girtin û kurê xwe Civan bêyî bavê wî mezin kir. Civan, di temenê xwe yê biçûk de kete girtîgehê û bi derketinê re jî berê xwe da çiyê. Lê di pevçûnekê de birîndar dibe û bi vî halê xwe tê girtin. Dayik Nazîme Boltan, niha jî bo azadiya kurê xwe têdikoşe.    Peyva edaletê li Tirkiyeyê li ser zimanê her kesî ye. Yek ji wan kesên ku edaletê diqîre jî Nazîme Boltan (58) e. Nazîme Boltan ji bo ku dengê wê bêhtir bê bihîstin, li Baroya Amedê beşdarî çalakiya malbatên girtiyan a Nobeta Edaletê bû. Her çiqas raya giştî navê Boltan hêj nû bihîstibe jî lê temamiya emrê vê dayikê bi berxwedana li dijî zextan derbas bû.    ROJÊN ZEHMET BÛN LÊ XWEŞ IN   Nazime Boltan li gundê Sîsê yê Licê ya Amedê di nava malbateke xwedî 7 zarokan de ji dayik bû. Zarokatiya xwe li gund derbas kir. Malbata wê debara xwe bi sewalkarî û cotkariyê dikir û ew jî bi malbata xwe re dixebitî. Li çiyayan şivantiya pez dikir û di demsalên biharê de jî li nava zeviyan dixebitî. Rojên wê yên zivistanê jî bi xwedîkirina pez derbas dibû. Temamiya van mijûlahiyan ku dayika Nazîme wek “em wiha mezin bû” pênase dike, di esasê xwe de ji kar zêdetir, parçeyeke jiyanê bû. Dema dayika Nazîme qala rojên li gund dike, çavên wê dibiriqin û wiha dibêje: “Jiyana li gund, jiyana me ya li wir gelek xweş bû. Rojên zor û zehmet bûn. Carnan bi sewalan re li çiyê bûm û carnan jî di nava zeviyan de dixebitîm. Em tu carî li hundir nediman. Hêj niha jî ji ber xwe ve dibêjim; ‘xweziya niha li gund bûma.’ Min tu carî nexwest li bajêr bijîm. Ava me tune bû lewma me ava xwe ji bîrê peyda dikir.”    GUNDÊ WAN 3 CARAN HAT ŞEWITANDIN   Lê ev rewş zêde berdewam nake. Wek encameke polîtîkaya şer, gund tên şewitandin û pêla koçberiyê dest pê dike. Gundê Nazîme Boltan jî tê şewitandin û koç lê dikeve. Di salên 90’î de gundê wan 3 caran tê şewitandin. Her carê bavê wê mala xwe dîsa çêdike lê dawiyek li zextên heyî nayê.    LI DIJÎ ZEXTAN LI BER XWE DA   Nazîme Boltan, di 20 saliya xwe de bi Hakki Boltan re dizewice û berê xwe didin navçeya Bongilan a Çewlikê. Hevjînê wê Hakki Boltan bi sedemên siyasî tê girtin û nêzî 16 salan di girtîgehê de dimîne. Zarokê Nazîmeyê yê herî mezin 5 salî bû û li kurê xwe Civan ku niha di girtîgehê de ye ducanî bû. Civan, 8 meh piştî girtina bavê xwe ji dayik dibe. Lewma di salên destpêkê yên xortaniya xwe de hema hema bavê xwe qet nabîne. Di wê navberê de Boltan sirgûnî Girtîgeha Bûrsayê tê kirin û ji ber bêderfetiyan, malbat dikare salê tenê carekî biçe hevdîtina wî. Nazîme Boltan, li hêlekê barê jiyanê digire ser milê xwe û li hêla din jî li dijî zextên dewletê li ber xwe dide. Di vê navberê de debara malbata xwe jî bi sewalkariyê dike.    HER KU MÊVAN DIHATIN BI SER MALÊ DE DIGIRTIN    Malbata Boltan êdî bûye hedefa dewletê. Kengî mêvanekî bihewînin, dewlet bi ser mala wan de digire û mêvanên wan binçav dike. Êdî ev sepan vediguhere rewşekî wisa ku heta birayê Boltan ê li heman gundî tê serdana wan jî tê binçavkirin. Demek piştre Boltan tê berdan lê dîsa jî dawiyek li vê zextê nayê. Lewma Hakki Boltan tevî keçeka xwe, bar dike Amedê. Nazîme Boltan dibîne ku malbat dîsa parçe dibe lewma jî neçar dimîne ku koçî Amedê bike. Pêvajoya hatina wan a Amedê û hînbûna jiyana li bajêr bo wan hinek biêş derbas dibe. Çendek caran dîsa vegeriyan gund lê di dawiya dawî de konê xwe li Amedê vegirtin. Bi hatina xwe ya dawî re Civan dişînin dibistana amadeyî.    HATINA SEROKWEZÎR A AMEDÊ   Civan, zarokekî çalak e û Nazîme Boltan jî hêj hînî şert û mercên jiyana Amedê nebûye. Serokwezîr Tayyîp Erdogan di sala 2008’an de tê Amedê û li seranserî bajêr çalakiyên mezin çêdibin. Dayika Nazîme baş pê bi rewşa zarokên xwe dizane lewma naxwaze beşdarî çalakiyan bibin. Demek piştre Hogir û Civan bi mebesta çêkirina spartekên xwe, berê xwe didin kafeya înternetê ya li nêzî malê. Lê her du zarokên Nazîme Boltan li ber çavên wê tên binçavkirin. Hogir dibin Dibistana Polîsan a Rezanê û Civan jî ji ber ku emrê wî di bin 18 saliyê de ye, tevî bi sedan zarokên wek “zarokên kevir avêtîn” tên pênasekirin derbasî qereqola li navçeya Yenîşehîrê dikin. Nazîme Boltan bajêr baş nas nake û tevî keça xwe ya mezin, bi daxwaza dîtina kurê xwe diçe Dibistana Polîsan. Polîs vê daxwaza wê red dikin lê ew li ber xwe dide, li hundirê qereqolê rûdine û dibêje ku dê bi cihekî ve neçe.    ÎŞKENCEYA LI ZAROKAN HATIYE KIRIN   Berxwedana Nazîmeyê encam dide û polîs neçar dimînin ku Civan bînin cem Nazîmeyê. Dibîne ku îşkence li kurê wê hatiye kirin û her devera laşê wî reş û şîn bûye. Demek piştre zarokeke din jî bi Civan re dibin qata jor û milê wî zarokî jî hatiye şikandin. Ji bo ku ev şopên îşkenceyê neyên dîtin, qederê hefteyekê ev zarok li jêrzemînên qereqolê tên sekinandin.    MAZLUM Û CIVAN   Hem Hogir û hem jî Civan tên girtin. Hogir 18 saliya xwe derbas kiribû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa D a Amedê. Civan jî wê demê hêj zarok bû lewma dişînin Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Dayika Nazîme bi mehan di navbera herdu girtîgehan de tê û diçe. Hogir çend meh piştre hat berdan û Civan jî di wî emrê xwe yê biçûk de 9 mehan li girtîgehê dimîne. Demek piştre Civan bi rojnameger Mazlum Erencî re ku tev li PKK’ê bûbû, li heman qawîşê dimîne. Ji zilm û zordariya heyî bibandor dibin û hêrseke mezin dikeve dilê wan. Dayika Nazîme vê rewşê wiha vedibêje: “Sedema hemû tiştên bi serê zarokên min hatin, serokwezîr e. Tevî 36 zarokan di girtîgehê de man. Ji bilî 5 kesan, temamiya koma wan berê xwe dan çiyê.”  Ji ber rewşa girtinê, Civan ji dibistanê tê avêtin. Vêcarê jî dixwaze mîna Mazlum bibe rojnameger. Heta demekî belavkariya rojnameyan dike. Demek piştî tevlibûna xwe, Mazlum di pevçûnekî de jiyana xwe ji dest dide. Hefteyek piştî merasîma cenazeyê Mazlum jî vê carê Civan berê xwe dide çiyê.    ÇÛYÎNA CIVAN    Di berdewamê de Nazîme Boltan wiha behsa wan rojan dike: “Ji zarokên biçûçik re digotin terorîst. Lê ew terorîst nebûn. Di 15 saliya xwe de hat girtin. Piştî ji girtîgehê derketî, belavkariya rojnameyê kir. Hêrsa wî hinek daketibû lê di dilê wî de têkoşîn hebû. Beriya ku biçe çiyê, hate malê. Wê demê ez nexweş bûm û min jê xwest ku biçe nan bîne. Ji min re got; ‘Dayê hinek karê min heye. Ez ê biçim Gola Hazarê soberiyê. Dibe ku yek du rojekan li wir bimînim.’ Dema çûyî jî du caran ez maç kirim. Min texmîn nedikir ku dê biçe. Min jî jê re got ‘heke ne bi dilê te be, neçe. Ma çi karê te li Xarpêtê heye. Dê li wir bixeniqî.’ Çû û êdî nehat. Bi daxwaza xwe çû û min nedikariya pêşî lê bigirim. 11 meh piştî çûna xwe di pevçûnekî de birîndar bû. Cerdevanan agahî şandin û gotin jiyana xwe ji dest da ye. Bavê wî beriya min çûbû Xarpêtê lê ew hatibû binçavkirin. Li her devera nexweşxaneyê polîs hebûn. Dor li min girtin û sedema hatina min pirsîn. Min jî mijar ji wan re qala hatina xwe kir.”   TÊKOŞÎNA DAYIKÊ   Bi domdarî jî Nazîme Boltan dibêje ku polîsekê li ber deriyê nexweşxaneyê jê re dibêje ku kesek bi birîndarî hatiye girtin, du emeliyatan bûye û di bandora narkozê de dirûşm berz kirine. Polîs herî dawî jî ji dayika Nazîme re dibêje ku ew kes kurê wê ye. Dayika Nazîme ji bo ku derheqê zarokê xwe de agahiyekî bigire, bi rojan li Xarpêt, Çewlik û Amedê derî bi derî digere. Herî dawî xwe digihîne dozgerekî û dozger wiha jê re dibêje: “Heke leşkeran bizaniya ku kurê te sax e, dê ew sax nehiştibûna. Digotin qey mirî ye lewma biribûn morgê. Bijîşkan piştre ferq kir ku hêj dijî. Destekî wê jê bûye û di bedena wî de parçeyên şarapnalê hene.”    BI BIRÎNDARÎ HAT GIRTIN   Hêj tedawiya Civan Boltan neqediya bû ku bi birîndarî hat girtin. Di vê pêvajoyê de çavekî xwe winda dike. Li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi îdiaya “parçekirina yekitiya dewlet û welat” cezayê muebbeta giran û bi tawanbariyên sûcdariyên din jî 95 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dayika Nazîme wiha qala çalakiya xwe jî dike: “Me çalakiya xwe ji bo edaletê da destpêkirin. Ji roja destpêkirina çalakiyê heta niha 10 cenaze ji girtîgehan derketin. Em dixwazin ku kesên cezayê wan xelas bûyî û girtiyên nexweş bên berdan. Her cara ku kurê min dibin nexweşxaneyê, 14 rojan di karantînayê de dimîne. Roja ku me dest bi çalakiyê kirî heta niha di karantînayê de ye. Heke testa wî pozîtîf derbikeve jî dê têxin hucreya yekkesî. Destek û çavekî wî nîne. Gelo dê ev kes li hucreyê çawa sexbêra xwe bike?"   TECRÎDA LI SER OCALAN    Dayika Nazîme axaftina xwe wiha xelas kir: “Cezayê ku li kurê min hatiye birîn di hiqûqê de nîne. Gelo ma dê kî bikare vî cezayî temam bike. Raporan didin lê bi raporên xwe nakin. Di mejiyê wî de şarapnel hene û xetereya felc û mirinê heye. Ev bû 3 sal ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê min nekarî kurê xwe bibînim. Ji bo ku bînin Amedê, me daxwazname dan lê red kirin. Hem li me û hem jî li wî zilm tê kirin. Banga min ji bo malbatên girtiyan ew e ku piştgiriyê bidin çalakiyê. Rewşa zarokên me girêdayî rewşa tecrîda li ser Ocalan e. Divê Ocalan bikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Nexwe dê li girtîgehan dîsa grevên birçîbûnê dest pê bikin.”    MA / Dîcle Muftuoglu - Ozgur Paksoy