Li Wanê jin bi rojeva 8'ê adarê li hev civiyan 2022-02-10 14:05:36   WAN - Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA, ji bo bernameya ku wê di 8'ê adarê de li bajar li dar bixin li wan li hev civiyan.    Meclisa Jinan a HDP'ê ya Wanê û Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo bernameyên 8'ê Adarê ku wê li navend û navçeyên Wanê li dar bixin, li bajar li hev civiyan. Jinên ku li avahiya HDP'ê ya Bajar di bernameya taştê de hatin gelhev, diyar kirin ku wê heta 8'ê adara bi bernameyên cuda bên gelhev û têkoşînê mezin bikin.    Jinan, ragihad ku wê di rojên pêş de starta bernameyên xwe bidin û li ser naveroka bernameyan nîqaş kirin.    Piştî nîqaşên ku kirin jinan dûrişmeya "Jin jiyan azadî" berz kirin û govend gerandin.