Malbaten girtiyan li Stenbolê daxwaza edaletê kirin 2022-02-10 15:32:16 STENBOL – Malbetên girtiyan ku daxwazên xwe yên edaletê li ber derê Edliyeya Stenbolê anîn ziman û ev tişt gotin: "Em ji bo zarokê xwe edaletê dixwazin."   Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtiyan (TDÎ), bi daxwaza "ji girtiyên nexweş re azadî" li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê nobeda edaletê girtin. Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, malbatên girtiyan, pêkhateyên  Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), parlamenterên HDP'ê yên Stenbolê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglû û nûnerên gelek rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn û piştgirî dan nobetê.    Di nobetê de panqarta, “Ji girtiyan ra azadî” hat vekirin û dovîzên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Zîndan hilweşin, ji bo girtiya azadî”, “Tundî, zext û tecride dawî be”, “Qedexeyên têkiliyên bila dawî be” hatin hilgirtin. Beşdarên nobedê dûrişmeyên “Zîndan hilweşin, ji bo girtiya azadî”, “Ji girtiyan ra azadî”, “Tecrîd dikuje, piştgirî jiyan dide” û “Kerbên dayîka yê qatîla xendikîne” berz kirin.     Beriya daxuyaniyê cihê ku daxuyanî lê hat dayîn ji aliyê polisan ve hat dorpêçkirin.    Destpêkê parlamenterên HDP'ê Oya Ersoy û Mûsa Pîroglû axivîn û li ser têkoşîna ji bo girtiyên nexweş rawestiyan û bal kişand ser têkoşîna hevpar a ji bo girtiyên nexweş bê dayîn û banga berdana wan kirin.    'EM EDALETÊ DIXWAZIN'   Piştî Ersoy û Pîroglû li ser navê xizmen girtiyên nexweş Fincê Akman axivi. Akman, diyar kir ku zarokên wan tiştekî bêhiqûqî nekirine û xwest ku zarokên wan bên berdan û wiha got: "Bi sedemên vala wan girtîgehan de digirin. Tundiya derûnî li zarokê me dikin. li girtîgehan zarokê me tên kuştin. Berpirsyarên girtigeha dibejin ku ‘Ew bixwe dimirin’ lê em dizanin ku ew zarokên me dikujin. Em ê hesabê ji we bipirsin. Em ji bo zarokên xwe edaletê dixwazin. Em dibejin, 'heq, huqûq û edalet'. Bes e êdî zarokên me li girtîgehan dimirin."   ‘BI HINCETA PANDEMÎYÊ GIRTIYAN TECRÎD DIKIN’   Li ser navê Însiyatîfê jî Parêzer Yagmûr Kavak axivî û dest nîşan kir ku bi hinceta nexweşiya covîdê li girtigehan binpêkirinên mafan zêde bûne û wiha axivî: "Li girtîgehan mafê girtiyan ên qadên civakî, hevditîn, axaftina bi telefonê, girtina rojname û kovarên muxalîf, dermankirinê û nexweşxaneyê hatine astengkirin.  Her ku diçe rewşa girtiyên nexweş girantir dibe. Bi dehan girti ji ber nedana rapora Saziya Tipa Edlî (ATK) ya ‘nikarê li girtigehê bimîne” bi mirinê re rû bir û mane. Bi hinceta pandemiyê girtî tên tecrîdkirin.”