Li Mêrdînê mirineke biguman 2022-02-10 21:44:29     MÊRDÎN - Li Mêrdînê jina bi navê Gulden Ç. ku dev ji hevjînê xwe berdabû û çûbû cem malbata xwe, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da.    Li Taxa Yalim a navçeya Artûklû ya Mêrdînê hat îdiakirin ku jinekê xwe kuştiye. Gulden Ç. ku hat derpêşkirin xwe ji qatê 12'an ê xaniyê malbata xwe avêtiye, li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Ambulansa ku hat cihê bûyerê cenazeyê Gulden Ç.'yê bir Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrdînê.   Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.   Her wiha hat diyarkirin ku dayika 2 zarokan Gulden Ç. dev ji hevjînê xwe berdaye û çûye cem malbata xwe û hevjînê wê nehiştiye zarokên xwe bibîne.