Girtî Hasan Çelîk hat berdan 2022-02-10 22:43:48   ANTALYA - Girtî Hasan Çelîk ku înfaza wî hatibû şewitandin, piştî civîna sêsiyan a Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Antalyayê hat berdan.   Girtî Hasan Çelîk ku wextê wî yê bi awayekî şertî bê berdan hatibû, lê ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ya Girtîgeha Antalya ya Tîpa S'yê berdana wî hatibû betalkirin piştî civîna sisêyan a desteya îdare û çavdêriyê hat berdan.   Çelîk diviyabû di 25'ê Kanûna 2021'ê de bihatana berdan, lê desteya îdare û çavdêriyê ya girtîgehê bi hinceta "navbera wî û personelan nebaş e" û "ji bo civakê xetere ye" berdana wî asteng kiribû. Çelîk jî bi rêya parêzer xwe serî li Dadgeriya Înfazê ya 2'yan a Antalyayê dabû. Dadgeriyê biryara desteyê betal kiribû, lê cardin nehatibû berdan. Piştî vê biryarê parêzer Çelîk cardin serî li Dadgeriya Înfazê ya Antalyayê dabû û dadgeriya cardên biryara desteya çavdêriyê betal kiribû, lê desteya çavdêriyê jî cardin bi heman hincetan Çelîk bernedabû. Li ser vê parêzerê Çelîk cardin serî li dadgeriyê dabû û dadgeriyê cardin xwestibû Çelîk bê berdan. Desteya çavdêriyê piştî biryara dadgeriyê cara sisêyan li hev kom bû û vê carê Çelîk berda.