Bazarvanên Amedê: Divê xelk rabe ser piyan 2022-02-11 09:04:08 AMED - Krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe. Li Amedê bazarvanên li taxan bertek nîşanî bihabûna fatûreyên ceyranê dan û gotin divê xelk li dijî bihabûna fatûreyan û xwarinê rabe ser piyan.  Krîza aborî tesîrek neyînî li ser jiyanê dike. Her ku diçe krîza aborî kûrtir dibe. Bi vê krîzê re bêkarî û feqîrî jî zêdetir dibe. Xelk ji ber bihabûna fatûreyên ceyran û gaza xwezayî û her wiha tiştên xwarinê hatiye wê astê ku nikare debara xwe bike. Hefteyek e li bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê esnaf û xelk li dijî bihabûna fatûreyên ceyranê û gaza xwezayî rabûye ser piya û nerazîbûn nîşan dide. Me li bazara taxa Uçkuyularê ya navçeya Yenîşehîra Amedê ji welatî û bazarvanan tesîra bihabûna ceyran û gaza xwezayî pirsî.    KÎLOYA ÎSOTAN BÛYE 20 LÎRE!    Omer Tel ê ku 20 sal in bazarvaniyê dike diyar kir ku krîza aborî her ku diçe kûrtir dibe û wiha got: “Faturayên me gişt biha bûne. Ji sedî 50 zem hatiye ser. Bandora faturayan li me jî dike. Bandor li ser fêkî û zebzeyan jî dike. Kiloya îsotan bûye 20 lîre, firîngî bûye 15 lîre. Însanên xizan wê çawa bistînin. Xelkê feqîr rojane bi 50 lîreyan dixebite, ka wê çawa tiştan bikirin û fatûreyên xwe bidin.”    700 LÎRE FATÛREYA CEYRANÊ HATIYE    Karadag Elmaci yê 3 sal in bazarvaniyê dike jî bal kişand ser fatûreyên ceyranê û got: “Her tişt pir biha bûye. Lîtreya mazotê buyê 16 lîre. Fatûreya ceyranê ya mala min 700 lîre hatiye. Em çi bikin. Êdî bûye ku em nikarin debara xwe bikin.”    TIŞTEK BI 200 LÎREYÊ WÊ NEHAT   Makbûle Dogan a ku ji bo danûstandinê hat bazarê jî destnîşan kir ku pere têra kirîna tiştan nake û wiha got: “Ez hatim bazarê tiştan bikirim. 200 lîre bi min re bû niha qediya û min tenê fêkî kirîn. Berê ez bi 100 lîreyê dihatim bazarê min têra maliyan tiştan dikirî. Mirovên feqîr mirin bila her tiştî erzan bikin.”    ‘DIVÊ XELK LI DIJÎ VÊ RABE SER PIYAN’    Sedat Çakmak ê ku 32 sal in bazarvaniyê dike jî anî ziman ku her tişt biha bûye û xelk nikare bikire û wiha got: “Tenekek rûn bûye 500 lîre. Arvan biha bûye. Fatûreya ceyrana me 3 milyar hatiye. 480 lîre baca wê ye. Tûp çar meh berê 90 lîre bû niha bûye 240 lîre. Kes nikare êdî ji bazarê jî tiştek bikire. Her roj her tişt biha dibe, wê xelk çawa bikire? Em e çawa dabara xwe bikin, gelo em diziyê bikin? Sedem krîzê Erdogan e. Kes nikare tiştek bixwe. Kîloya goşt bûye 80 lîre. Torbeyek gubre bûye 600  lîre. Xelk wê çawa birçî nemîne. Hin kes hene tiştan ji çopê derdixin dibim malê. Rewşa me ev e. Çare tenê ew e ku xelk li hemberî vê rabe ser piyan. Ji xeynî vê tu çareyek tune ye.”