Rojnamevan Zagros: Barzanî destkeftiyên kurdan belav dike 2022-02-11 09:16:59 NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Bêrîtan Zagros, bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê û hevdîtina Erdogan-Barzanî da û got: "Destkeftiyên ku kurdan bi bedêlên giran ew bi dest xistin, PDK û Barzanî wan bi bêran belav dikin."  Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de êriş biribûn ser Kampa Mexmûrê, Şengal û bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Di êrişên hewayî yên Tirkiyeyê de li Mexmûrê 2 kes, li Şengalê 3 kes û li Dêrikê jî 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî êrişan Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçirvan Barzanî çûbû Enqereyê û hevdîtin bi Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan re kiribû.    Rojnamevan Bêrîtan Zagros hevdîtina Nêçirvan Barzanî û Erdogan û geşedanên li herêmê nirxandin.    NAKOKÎ   Zagros, diyar kir ku serdana Nêrçivan Barzanî ya Enqereyê piştî êrişan çêbûye û ew pozê hatiye dayîn jî bi zanebûnî bi raya giştî re hatiye parvekirin. Zagros, anî ziman ku gelê kurd hê cenazeyên xwe nespartinbûn axê hevdîtin hatiye kirin û Erdogan bi vê re xwestiye peyameke wekî "PDK û malbata Barzanî li cem me ne. Ew jî şirîkên van komkujiyan e" bide gelê kurd.    Zagros, destnîşan kir ku bi vê serdanê re Barzanî bi temamî li ber çavê gelê kurd reş bûye.    Zagros, bilêv kir ku hevdîtina di navbera Barzanî û Erdogan de di raya Herêma Kurdistana Federe de wekî "rûreşiyê" hatiye pênasekirin û got: "Kurd dizanin mala Barzanî û PDK dijminên kurdan e. Dîroka PDK'ê ji van mînakan xalî nabe. Tu hêviyek kurdan ji PDK'ê û mala Barzanî tune ye. Erdogan bi xwe jî statuya Herêma Kurdistanê esas nagire. Erdogan, di hesabê xwe yê fermî de bi erebî gotibû 'Serokê Rêvebiriya Bakurê Iraqê'. Her wiha divê mirov rewşenbîr û siyasetmedarên başûrî jî rexne bike, ji lew re divê li ber vê rabûn. Hêviya wan ji AKP û MHP'ê heye ku statuya Başûr esas bigirin. Ev cihê şermê ye. Hê jî helwesta wan a li dijî referandûmê di bîra me de ye. Beriya her kesî Erdogan li ber rabû. Tenê li ber ranebû, eşkere gef xcwarin, heqaret kirin û bi birçîbûnê gef xwarin Balafirgehên xwe ji çûn hatina balafirên Kurdistanê re girtin. Tevî Iraqê li sînorên Başûr û Bakur tetbîqat kirin. Tevî ev qas tiştan hê jî hêviya wan ji dijmin û celadên wan heye ku dê rojekê azadiya wan esas bigire."    ‘ŞIRÎKANTIYA KOMKUJIYÊ'   Zagros, destnîşan kir ku tu kurdên xwedî bi rûmet û xwedî ehlaqekî siyasî hêviyê ji hevdîtina Erdogan-Barzanî nake û got: "Kurd baş dizanin çûna Barzanî ya ber nigê Erdogan dijî destkeftiyên kurdan e. Serdana Nêçirvan Barzanî ji zirarê pêvtir tiştekî nade kurdan. Ev serdan, şirîkantiya komkujiyê ye. Destkeftiyên ku kurdan bi bedêlên giran bi dest xistin, PDK û Barzanî wan bi bêran belav dikin."    HILBIJARTINÊN IRAQÊ   Zagros, destnîşan kir ku hêleke hevdîtina Erdogan û Barzanî jî, ji bo mudaxileya li hilbijartinên serokkomartiyê yên Iraqê bûye û got: "Tirkiye dixwaze di ser PDK'ê û sunniyan re siyaseta Iraqê têxe bin kontrola xwe. Lewma di navbera aliyan de pevçûnên dijwar diqewimin. Li gor kulîsên li hêrêmê û hin daxuyaniyan; Muqteda Sadr, ji Nêçirvan Barzanî xwestiye bibe namzetê serokkomartiyê. Lê ji ber nelihevkirina di navbera kurdan û hêzên Iraqê de xwe nedaye ber vê.    Wisa tê texmînkirin ku Tirkiye têkildarî hikûmeta Iraqê û serokkomartiyê bi Nêçirvan Barzanî re axiviye. Tirkiye, dixwaze polîtîkaya xwe ya têkildarî Kurdistanê û Iraqê di ser PDK'ê re pêk bîne. Gotinên Erdogan ku gotibû 'Me û Nêçirvan Barzanî me li ser rewşa Iraqê jî guftûgo kir. Dê bi hilbijartin serokkomartiyê re li wir pêvajoyeke nû dest pê bike' van texmînan piştrast dikin."    Zagros, bilêv kir ku dibe ku Erdogan ji dêvla Hoşyar Zebarî xwestibe Nêçirvan Barzanî bibe namzet û dibe ku bi rêya vê hevdîtinê ev peyam gihandibe hin deverên Iraqê.    MA / Omer Akin