‘Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû’ 2022-02-11 09:37:20   NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnamevan Nesrîn Hisên anî ziman ku êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Rojava bi plankirîbûn, ev yek bi hevdîtina Barzanî û Erdogan re careke din ispat bû û got: “Barzanî spasiya Erdogan kir ku êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kiriye. Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû."   Balafirên şer ên Tirkiyeyê di 1'ê Sibatê de bi awayekî hemwext êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê, Şengal û navçeya Dêrikê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Bombebarana ku zêdetirî 4 saet û nîvan bênavber berdewam kir, li Mexmûrê 2 kes, li Şengalê 3 kes û li Dêrikê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî êrişên li ser Şengal, Mexmûr û Derikê, Serokkomarê AKP'î Tayyip Erdogan û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçirvan Barzanî li Qesra Serokkomartiyê ya li Enqereyê hevdîtin pêk anî bûn. Piştî vê hevdîtinê jî Serokkomarê AKP'î Erdogan li ser êrişan axivîbû û gotibû ku mala Barzanî her roj bi helwestên xwe yên cuda xwe îspat dikin. Ev nirxandina ku ji aliyê Erdogan ve hatiye kirin careke din xuya bû ku PDK hevkariya êrişan dike.     Nirxandin û bertekên li ser hevdîtina Erdogan û Barzanî berdewam dikin. Liv û tevgera hewayî ya Tirkiyeyê li herêmê dewam dike. Rojnamevan Nesrîn Hisen ku li Şengalê rojnamevaniyê dike têkildarî êrişên Tirkiyeyê û helwesta hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ajansa me re axivî.    'TÊKÇÛYINA DAIŞ'Ê TIRKIYEYÊ HÊRS DIKE'    Hisên, anî ziman ku cihên pergala xwerêveberiyê xwe lê birêxistin kirine hedef tên girtin û Tirkiye bi êrişan dixwaze ku ji xwe re qadan veke û wiha axivî: “Êrişên ku beriya niha pêk hatin jî ne tenê bi destê çeteyên DAIŞ'ê pêk hatin. Ji xeynî DAIŞ'ê di van êrişan de destê gelek hêzên dîtir hebûn. Van hêzan dixwest ku DAIŞ'ê careke din li herêmê birêxistin bikin. Di wan êrişên DAIŞ'ê de tiliya dewleta tirk û PDK' hebû. Çimkî DAIŞ'ê nedikarî ku bi tena serê xwe êrişeke bi vî rengî pêk bîne. Xwestin ku li Şengalê fermana 74'an bi destê DAIŞ'ê pêk bînin. Û li Rojava jî qirkirinekî bikin. Lê belê berxwedana QSD'ê nehişt ku ew êriş pêk werin. Li Rojavayê Kurdistanê berxwedaneke gelek mezin hat dayin. Dewleta Tirk dixwest ku di sala 2014'an de bi destê DAIŞ'ê qirkirinekî pêk bîne. Lê negihişt armanca xwe. Ji ber wê jî kîn û hêrsa wan zêdetir bû. Şervanên QSD'ê Rojhilata Navîn ji belaya DAIŞ'ê xelaskirin. Gelek bedelên giran hatin dayîn. Lê belê dîsa jî di berxwedanê de gav paş ve neavêtin û DAIŞ bi ser neket. Ji ber vê yekê jî hêrsa dewleta tirk zêdetir bû. Lê tevî hemû êrişên wan jî gelê Şengal û Mexmûrê gav paş ve neavêt. Ji xwe piştî ku DAIŞ li Rojavayê Kurdistanê têk çû dewleta tirk êrişên xwe zêdetir kirin. Li ku derê pergala xwerêvebirinê hatibe avakirin dewleta tirk êriş diber wê derê. Dewleta Tirk dijminatiya cihên xwerêveberiyê dike. Ji ber ku dixwaze her tiştekî bike bin kontrola xwe de."   'HEDEF FIKR Û RAMANÊN OCALAN E'    Hisên, bi lêv kir ku sedema bingehîn a êrişan avakirina modela rêveberiya xweser a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha domand: "Ji sala 2017'an vir ve êrişên wan ê hewayî zêdebûne. Ji wê salê heta niha dewleta Tirk ji sedî 90’ê Şengalê bombebaran kiriye. Dewleta tirk êdî bûye dijminê êzidiyan. Ji wê salê heta niha bi balafiran êriş dike. Êrişên xwe zêdetir dike. Ji ber ku Şengal ciheke stratejîke û cihê vîn û berxwedanê ye. Di her êrişekî de pêşengên civaka êzidî hedef digirin. Bi taybetî piştî fermanê keç û xortên êzîdiyan xwe bi rêxistin kirin. Êzidiyan xwe li dora fikr û ramanên birêz Ocalan birêxistin kirin. Ji ber ku fikr û ramên birêz Ocalan di nava civaka êzidî de belav bû êriş zêde bûn. Dizanin ku ev civaka xwe li ser fikrekî birêxistin û perwerde dike. Loma civaka êzidî weke dijmin dibîne û hedef tê nîşandan. Êdî êzidî ne êzîdiyên berê ne. Di nava Şengalê de berxwedaneke mezin tê dayin."   'JI BO KU PEYMANÊ PÊK BÎNIN ÊRIŞ DIKIN'    Hisên, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser “Peymana 9'ê Cotmehê ya Hewlêr û Bexdayê” û got: "Dewleta tirk van êrişan bi tena serê xwe pêk nayîne. Peymana 9'ê Cotmehê di navbera Kazimî, PDK'ê û dewleta tirk de çêbû. Heger peymana 9'ê Cotmehê li Şengalê pêk bînin wê rastî berxwedana êzidiyan bê. Ji bo ku peymana 9'ê cotmehê pêk bînin êriş dikin. Dixwazin ku bi êrişan êzidiyan tune bikin. Di sala 2014'an de PDK di Şengalê de bû. Lê tu parastina Şengalê nekir. PDK'ê pişta xwe da êzidiyan. Dixwazin ku bi peymana 9'ê cotmehê re zarokên êzidiyan ê YBŞ, Asayîşa Êzidxan tune bikin. Dixwestin ku qirêjiya xwe li ser civaka êzidî bidin meşandin. Piştî fermanê gelek êzidî koçberî Başurê Kurdistanê bûn. Êzidiyên ku di wargehên PDK'ê de dimînin li ser wan gelek zext û zordariyên PDK'ê hene. "   'CIWAN LI DORA FIKRA OCALAN BIRÊXISTIN DIBIN'    Hisên da zanîn ku êzidî li dijî her êrişekî xwe birêxistin û perwerde dikin û wiha domand: "Hêzên Kazimî li Şengalê ji bo êzidiyan zehmetiyên giran derdixînin. Li tu deverên cîhanê nehatiye ditin ku hikûmetek hêzên xwe li gundan belav kirine. Bi hêceta ku em ê pêşiya her pirsgêrekekî bigirin hatine Şengalê. Lê belê xelkê Şengalê bi xwe jî dibîne ku zext û zordarî li ser wan tê kirin. Ciwanên êzidî ku tiştek jî nekirin tên girtin. Hebûna hêzên Kazimî li Şengalê bûye weke sala 2014'an hebûna hêzên Barzanî li Şengalê. Destê Kazimî û PDK’ê di her êrişeke dewleta tirk de heye. Niha li Şengalê hikûmeta Kazimî heye. Lê di nava wan de îstîxbarata Tirk jî heye. Di hemû pirsgirêkên ku hêzên Iraqî li Şengalê derdixin de Tirkiye heye. Civaka êzidî ji dîrokê heta niha tu caran serê xwe netewandiye. Li ser Şengalê êriş hene. Lê belê li hemberî vê berxwedanek heye. Êzidî natirsin û wê tu carî netirsin jî. Ciwanên êzidî li hemberî van êrişan xwe bi perwerde û birêxistin dikin. Ciwanên êzidî li dora fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan birêxistin dibin."    'ÊRIŞ PLANKIRÎ BÛN'    Hisên, destnîşan kir ku bêdengiya hikûmeta Iraqê ya li hemberî êrişan nayê qebûlkirin wîha axivî: “Hikûmeta Iraqê û PDK hevkarên êrişan in. Tirkiyeyê êrişî ser baregeha 80'ê ya Haşdî Şabî kirin.  Ev rûreşiya Iraqê ye. Iraq li hemberî van êrişan xwe bêdeng dike. Lê ev cara yekeme ku hikûmeta Iraqê li hemberî êrişên li ser Şengalê xwe bêdeng dike. Kî bibe hevkarê dewleta tirk bila bibe. Bila bê zanîn ku Êzidî ji tu zext, gef û êrişan natirsin. Civaka êzidî êdî xwe bi rêxistin kiriye. Heta niha li hemberî her planeke qirêj berxwedanek daye meşandin. Bêgûman dewleta tirk tu êrişan bi tena serê xwe pêk nayîne. Her êriş bi plankirî tê kirin. Lê civaka êzidî wê serê xwe li hemberî êrişan netewîne."    'HEVDÎTIN SPASIYA ÊRIŞAN BÛ'    Hisên bal kişand ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî ya bi Erdogan re û got: "Piştî ku ev êriş li ser Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê çêbûn Neçîrvan Barzanî bi Erdogan re hevdîtin kir. Hevdîtina Barzanî ya bi Erdogan re spasiyek bû. Barzanî spasiya Erdogan kir ku êrişî Rojava, Mexmûr û Şengalê kiriye. Ev wêneyê wê yekê bû. Ji Barzanî re şerm bû. Ew wêne îspata hevkariya Barzanî ya bi Tirkiyeyê re bû. Ev hevdîtina di paşerojê de êrişek çawa dikare were kirin, hate nîqaşkirin."   MA / Zeynep Durgut