Bersiva serlêdana Îmraliyê nehatiye dayîn: Divê Meclîs bikeve tevgerê 2022-02-11 10:13:03 ENQERE - HDP’ê du meh berê têkildarî tecrîda li Îmraliyê serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafê Mirovan a Meclisê dabû û hêj tu bersiv nehatiye dayîn. Huseyîn Kaçmaz ê HDP’yî got divê Komîsyon bikeve tevgerê û raya giştî agahdar bike.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Îmraliya Bûrsayê ya Tîpa F 23 sal in di şertên tecrîda girankirî de tê girtin. Ji 25’ê Adara 2021’an ve tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Ev hevdîtina di 25’ê Adarê de jî tenê bi çend deqîqeyan li ser telefonê pêk hatibû û telefon hatibû qûtkirin. Tevî ku 11 meh di ser vê hevdîtina nîvcomayî de derbas bû jî tu xeberek ji Ocalan tune ye. Her wiha agahî ji Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li cem Ocalan girtî ne jî agahî nayê girtin. Malbata Ocalan û malbatên her sê girtiyên din di 1’ê kanûna 2021’an de li Enqereyê hin serdanan kirin û xwestin ew biçin Îmraliyê. Malbatan û parêzeran serdana HDP, ÎHD, OHD û TÎHV’ê kirin.    BERSIV TUNE YE    Parêzer û malbatan serdana endamên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê Huseyîn Kaçmaz û Fatma Kurtulan ên HDP’yî kiribû û xwestibûn ew biçin Îmraliyê hevdîtin bikin. Kaçmaz û Kurtulan jî bi dû vê hevdîtinê re di 2’ê kanûna serî li Komîsyonê dan. Lê belê heta niha ne bi erênî ne jî bi neyînî tu bersiva vê serldanê nehatiye dayîn.    BERSIVA 53 PÊŞNIYAZPIRSAN NEHAT DAYÎN    Parlamenterên HDP’ê di serdema 26’emîn (17’ê Mijdarê 2015 – 16’ê Gulanê 2018) û serdema 27’emîn (7’ê Tîrmeha 2018 û heta roja me) têkildarî tecrîda li Îmraliyê tê sepandin 54 pêşniyazpirs dan Meclîsê. Heta niha tenê besiva yekê hatiye dayîn.    ‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎD RABE’    Parlamenter Huseyîn Kaçmaz ê endamê Komîsyonê derbarê tecrîda li Îmraliyê de axivî û destnîşan kir ku wan heta niha derbarê wê serldana xwe de tu bersivek erênî an neyînî wernegirtiye û got: “Polîtîka û gotinên îktidarê dide nîşandan ku li Îmraliyê bi awayek zane tecrîdê disepînin. Îktidar bi xwe jî qanûnên xwe binpê dike û tune dihesibîne. Ev dibe bingeha krîzên li Tirkiyê. Çimkî hiqûq betal bûye û mekanîzmaya edaletê naxebite û li her deverê û li her saziyek dewletê rejîmek kêfî heye. Bêhiqûqî û rewşa kêfî ya li Îmraliyê li her deverê belav kirine. Divê tenê ne malbat tenê dengê xwe derxn. Lazim e her kes li dijî tecrîdkirina birêz Ocalan dengê xwe bilind bike. Pêwîste demildest tecrîd rabe û bêhna qadên siyaset, civakî û aborî jî derkeve.”    GAZÎ KOMÎSYONÊ KIR    Kaçmaz gazî Komîsyonê kir û got pêwîste demildest bersiva serlêdana wan were dayîn û Komîsyon bikeve tevgerê û derbarê rewşa Îmraliyê de raya giştî agahdar bike.    MA / Bêrîvan Altan