Destûra xebatê ya Rûdawê çima hat betalkirin? 2022-02-11 11:50:36       RIHA - Rêveberiya Xweser ku sedema bêtalkirina destûra xebatê ya Rûdawê ya li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê aşkere kir, destnîşan kir ku Rûdawê qanûn binpêkirine û agahiyên leşkerî bi rêya dezgehên çapemeniyê yên wekî Ajansa Anadolûyê dane Tirkiyeyê.    Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, di 5’ê Sibata 2022’yan de rûxseta Rûdawê ku navenda wê li Herêma Kurdistanê ye û ya malbata Barzanî ye û destûra ku dabû hemû xebatkarên wê betal kiribû. Kopiyek ji biryara ku ji aliyê Hevserokên Saziya Rêveberiya Xweser a Ragihandinê Nor Seîd û Ciwan Mela Îbrahîm ve hatiye îmzekirin, ji Rûdawê re hat şandin.    Tora Medyayê ya Rûdawê ku îdia kir biryar siyasî ye, bi daxuyaniyeke weşandî diyar kir ku biryara Rêveberiya Xweser ne li ser bingeheke qanûnî ye. Lê di madeya 6’emîn a têkildarî xebatên pîşeyî yên Rêveberiya Xweser de di rewşeke ku xebatên ragihandina serbixwe li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê derkevin derveyî qanûnan, erk ji Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser re tê dayîn. Mafê Saziya Ragihandinê heye ku cezayan li ser saziyên çapemeniyê yên ku azadiya çapemeniyê paşguh dikin, nûçeyên derew ragihînin ferz bike. Di nava van cezayan de cezayên pereyan û erka sekinandina xebatan jî heye. Saziyên ku li gorî rêziknameya Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser tevnagerin, ji bo rawestandina weşanan û betalkirina çalakî û ruxsetên wan tên hişyarkirin.    ‘QANÛN BERÇAV NEGIRTIN’   Hat hînbûn ku Rûdawa gelek caran heqaret li xebatên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye, ji ber ku weşanên bi naveroka "heqaretê" li mirovên jiyana xwe ji dest dane kiriye, destûra wê ya kar hatiye vekişandin. Beriya niha di 4’ê Tebaxa 2015’an de ji ber ku qanûnên Rêveberiya Xweser nas nekirin, çalakiyên Rûdawê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 20’ê Adara 2018’an hatin rawestandin. Li gorî agahiyên ku me ji rêveberên Rêveberiya Xweser wergirtine, ji 20’ê Adara 2018’an û vir ve du caran bi nivîskî hişyarî ji Rûdawê re hatiye dayin ku qanûnan li ber çavan bigirin, lê hişyarî li ber çavan nehatine girtin.   ‘JI BO TEVLÎHEVIYÊ BIKIN WEŞAN KIRIN’   Rayedar bi bîr xist ku hêzên PDK’ê di 28-29’ê Tebaxê de li herêma Xelîfan a girêdayî Herêma Kurdistanê kemîn danîne, di encamê de 5 YJA-STAR’î û HPG'yiyan jiyana xwe ji dest dane û malbatan bi sedan rojan li Deriyê Sînor ê Sêmalka ji bo wergirtina cenazeyan çalakî li dar xistine. Rayedar, diyar kir ku nûçegihana Rûdawê nûçeyên têkildarî çalakiyê çêkirin de agahiyên derew dane û wiha got: “Meclîsa Herêma Cizîrê ya Malbatên Şehîdan çalakî li dar dixistin, lê nûçegihana Rûdawê Vîviyan Fetah diyar kir ku tu rêxistinek bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê tune ye û tu berpirsyarên wê jî nînin. Vîviyan Fetah heqaret li şehîdên jiyana xwe ji dest dabûn û malbatên wan kir.” Rayedar da zanîn ku li ser vê weşana hate kirin careke din Rûdaw hişyar kirin û wiha berdewam kir: “Rûdaw di gelek weşanên xwe de derew kirin û ji bo di nava gel de tevlîheviyekê ava bikin gelek weşan kirin. Herî dawî dema ku DAIŞ’ê êrîşî Girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê kir, nûçegihanên Amûdê bi awayekî zindî ragihandin ku endamên DAIŞ’ê li Amûde dibistanekê bi cih bûne û QSD’ê dor li wan girtiye. Lê bûyereke wisa neqewimî bû. Armanca van nûçeyan ew bû ku tirsê bêxin nava gel.”   MALBATAN DOZ VEKIR   Rayedar diyar kir ku di 20’ê Çileya 2022'an de Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê li Dozgeriya Meclîsa Edaletê ya Gel a Qamislo li dijî Rûdawê doz vekir û anî ziman ku malbatên gilîker ji ber ku agahiyên şaş ên berevajî rastiyê weşandine, doz li Rûdawê vekirine. Rayedar da zanîn ku Rûdawê banga welatiyên ku li pêşiya baregeha leşkerî ya Rûsyayê li ser êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Eyn Îsa di 18’ê Mijdara 2020'an de xwepêşandan lidar xistin û ji Rûsyayê xwestin ku weke dewleteke garantor li dijî êrîşên Tirkiyeyê derkeve weke “Girseya gel li pêş baragehên Rûsyayê li hev civiyan û xwestin QSD ji herêmê derkeve” berovajî kir û anî ziman ku ev nûçe ji aliyê Ajansa Anadolûyê (AA) ve jî hat bikaranîn.    XEBAT 2 SALAN HATIN RAWESTANDIN   Rayedar, bi lêv kir ku Saziya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser rûxseta Rûdawa tevî hişyariyan nûçeyên xelet û derew weşandin betal kir(Xebat 2 salan hatin rawestandin) û ragihand ku heke Rûdaw piştî 2 salan careke din li gorî qanûnan weşanê bike, dikare xebatên xwe bidomîne. Rayedar diyar kir ku, diviyabû Rûdaw di gelek operasyonên ewlekariyê de kamera bi kar neanîbûya, lê belê li gorî vê qûralê tevnegeriya û jiyana hêzên ewlekariyê xist xeteriyê û derbarê vê mijarê de gelek gilî dihatin ber destê wan.    ‘RÛDAWÊ QANÛN NASNEKIRIN’   Rayedar diyar kir ku nehiştina çapemeniya Kurd a li Hewlêrê di betalkirina destûra Rûdawê de bi bandor nebû û wiha berdewam kir: “Li ser betalkirina destûra Rûdawê bandoreke bi vî rengî nebû. Belê, destûrê nadin ANHA û televîzyona Ronahiyê, lê belê ji ber vê yekê me destûra Rûdawê betal nekiriye. Rûdaw di daxuyaniyên xwe de dibêje ku biryareke siyasî ye lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê saziyên weke weşangerên PDK’ê K24 û ARK NEWS di çarçoveya qanûnan de xebatên xwe didomînin. Betalkirina destûra Rûdawê bi temamî di çarçoveya qanûnan de ye. Biryareke siyasî nîne. Rûdawê hiqûq binpêkir û ew nas nekir. Hat belgekirin ku di operasyona artişa tirk a Serêkaniyê de îstîxbarat daye dijminê me. Belgeya têkildarî girtina Rûdawê tenê ji Rûdawê re hat şandin. Nehat xwestin were teşhîrkirin. Wan bi çapemeniyê bi awayekî derew weşandin. Belgeyên agahiyê ku têkildarî binpêkirina qîjan qanûnan hatiye girtin û ji wan re hatine şandin jî hene.   ‘AGAHIYÊN LI ENIYÊ JI AA’YÊ RE TÊN ŞANDIN’   Li aliyê din agahiya ku rayedar anî ziman, ji aliyê xebatkarekî Rûdawê ve jî hatibû bi lêv kirin. Ev îdia di 14’ê Hezîrana 2021’an de hatibû rojevê. Ji rojnamegeran Bedel Boselî ku demekê li Rûdawê dixebitî di parvekirineke xwe ya ji bo çi îstîfa kiriye ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de diyar kiribû ku derhênerê Rûdawê “alîgirê Îhwanê ye û gelek ji Erdogan hezdike” û wiha gotibû: “Agahiyên eniya pêş ên pêşmergeyên ku li ser navê nûçeyan kom bûne ji e-maila Ajansa Anadolûyê re tên şandin. Min raporek nivîsand û da rêveberiyê û min bi gotina ‘Hûn ji ber vê yekê xiyanetê dikin’ îstifa kir.”    MA / Emrûllah Acar