Ji bo hevşaredar Esmez 15 sal cezayê girtîgehê xwestin 2022-02-11 13:18:20   MÊRDÎN - Ji bo hevşaredara Dêrikê ya HDP’î Mulkiye Esmez ku li şûna wê qeyûm hatibû tayînkirin, 15 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.    Li ser biryara Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê, di 16’ê mijdara sala 2019’an de li Şaredariya Dêrik a Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, hevşaredara Dêrikê ya HDP’î Mulkiye Esmez hate girtin. 10’emîn danişîna doza ku Esmez tê de negirtî tê darizandin, îro li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin.   Di danişînî de ji ewil tespîta nasnameyê hat kirin û piştre jî dozger mutalaaya xwe ragihand. Dozger, bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” xwest ku li Esmez 15 sal cezayê girtîgehê bê birîn. Li dijî mutalaaya dozger, parêzerên Esmez jî ji bo parastinê dem xwest.    Şandeya dadgehê daxwaza parêzer qebûl kir û danişîna dozê bo 11’ê gulanê da paş.