Derheqê midûrê ajansa me Çelîk de lêpirsîn dan destpêkirin 2022-02-11 15:57:17   STENBOL - Bi hinceta nûçeya ajansa me ya bi ser navê “Dîmenên wesayîta ku polîsan gulebaran kiribûn derket”, derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê MA’yê Ferhat Çelîk de lêpirsîn hat destpêkirin.    Li noqteya polîsan a li rex Amîrtiya Trafîkê ya Herêmê ya navçeya Qoser a Mêrdînê, wesayîtek ji hêla polîsan ve hatibû gulebarankirin. Di wesayîtê de 3 jê zarok bi giştî 6 welatî hebûn û piştî gulebaranê jî ev kes ji hêla polîsan ve hatibûn derbkirin. Bi derketina dîmenên gulebaranê re Ajansa Mezopotamyayê (MA) bi ser navê “Dîmenên wesayîta ku polîsan guleberan kiribûn derket” nûçeyek weşand. Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi hinceta vê nûçeyê, derheqê Midûrê Karên Nivîsan ê MA’yê Ferhat Çelîk de lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de polîsan ji bo îfadeyê gazî rojnameger Çelîk kir.    Li ser banga polîsan, Çelîk li Navenda Polîsan a Taksîmê îfade da. Çelîk di îfadeyê xwe de ev tişt anî ziman: “Bûyera behsa xeberê ji ber ku hêjayî nûçeyê bû, lewma hat weşandin. Jixwe derheqê bûyerê de dozgeriyê doz jî vekiriye. Dîmenên bûyerê di dosyayê de jî hene. Daxuyaniya parêzerê gazinker jî di nava nûçeyê de cih digire. Her wiha ez nizanim bê ka bi çi têm sûcdarkirin.”