DBP, dê li 4 deverên cuda yên Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike 2022-02-11 17:43:38     EDENE- DBP, dê li herêma Çûkûrovayê bi beşdarbûna hevserokên giştî li 4 deverên cuda hevdîtinê bi gel re bike.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), dê di 27'ê Sibatê de bi dirûşmeya "Bi Civaka Rêxistinbûyî Ber Bi Jiyana Azad Ve" Kongreya Asayî ya 6'an li dar bixe. Dê di çarçoveya xebatên kongreyê de bi beşdarbûna Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir li navçeya Ceyhan a Edeneyê, li navçeya Îskenderûn a Hatayê, li navçeya Seyhan a Edeneyê û li navçeya Akdenîz a Mêrsînê hevdîtin bi gel re bên kirin.   Li gor daxuyaniya DBP'ê ya Buroya Şêwirmendiyê ya Çûkûrovayê, dê DBP li 4 deverên cuda yên herêma Çûkûrovayê hevdîtinê bi gel re bike. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin ragihandin: "Em DBP, kongreya xwe li dar dixin. Em hemû gelê xwe vedixwînin kongreyê. Dê bi beşdarbûna hevserokên me yên giştî Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir di 12'ê Sibatê saet di 12.00'an de li avahiya HDP'ê ya Ceyhanê, di heman rojê de saet di 18.00'an de li Hêwana Dawetê ya Melodiyê ya navçeya Îskenderûn a Hatayê, di 13'ê Sibatê saet di 13.00'an de li Muzîkhol a Şîrîn a Edeneyê û di 14'ê Sibatê saet di 18.00'an de li Hêwana Dawetê ya Hasretê ya Mêrsînê hevdîtin bi gel re bê kirin."