Li Licê operasyona eskerî 2022-02-11 18:28:58   AMED – Li nêzî gundê Cinezûr, Dêrxust û Sîsê yên Licê operasyoneke eskerî dest pê kir.    Hat hînbûn ku li nêzî gundê Cinezûr, Dêrxust û Sîsê îro danê sibehê ji hewayê û ji bejahiyê ve operasyonek eskerî dest pê kiriye. Hat ragihandin ku gelek esker û wesayîtên zirxî tevli operasyonê bûne.    Hat diyarkirin ku eskeran li ser rêyên gundên navbirî noqteyên kontrolê çêkirine.