Tûncel: Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin 2022-02-11 19:32:08   ENQERE - Hevseroka Giştî ya DBP'ê ya berê Sebahat Tûncel ku di Doza Kobanê de bal kişand ser komloya navdewletî ya 15'ê Sibatê got: "Hûn vê darizandinê li ser navê AKP û MHP'ê dikin. Xwe ji navê bidin alî. Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin."    Danişîna 9'an a Doza Kobanê ya li Dadgeha Cezayê Giran a 22'yan a Enqereyê di roja 8'an de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê didome. Di danişînê de Sebahat Tûncel axivi.    ‘HÛN FERMANÊN SOYLÛ PÊK TÎNIN'   Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tûncel, destnîşan kir ku heyeta dadgehê di warê nixumandina rastiyan de serketî ye û got: "Hûn texdîrê heq dikin. Karê we hûn siyasetmedarên kurd, jinan, kesên ehlê demokrasiyê û kesên pêşî li ber îqtidarê digirin derxin. Li Tirkiyeyê îqtidar nikare rêvebirinê bike. Krîz hingî kûr bûye, li her derî pirsgirêkên mezin rû didin. Li vî welatî serokê AYM'ê îsyan dike. Serokê AYM'ê gilî dike. Nexwe em ê çi bikin li vira? Wekîlekî AKP'î got, 'qet tiştek nebûbe jî, miheqeq tiştek bûe.' Duh, we neyta xwe pir eşkere kir. We ji muştekiyan re got, 'divê em wan ceza bikin.' We hevokek wekî 'divê em we ceza bikin' bilêv kir. Ev, her tiştî eşkere dike. Hûn ji bo cezakirina me serî li hemû bêhiqûqîtiyan didin. Hûn fermanên Suleyman Soylû pêk tînin. Digot çi ew begefendiyo, 'Hûn bikin, dê berdewamî bê.' Hûn çawa dikevin bin vî barî? Hûn çawa dikevin ber vî gunehî? Wer xuya ye hûn ji kurdan, hûn ji HDP'ê wisa nefret dikin ku hûn van bêusûltiyan erê dikin. Navê vê çi ye? Ev ne helwesteke ku mirov qebûl bike. Ev dosye rûxiya. Dinya alem dizane ku hûn ji bo twîta ji bo gelê Kobanê hat belavkirin, hûn me ceza dikin. Tu eleqeya me bi mirina wan mirovan re tune ye."    'HÛN Ê HESAB BIDIN'   Tûncel ku got "Nasnameya me, elewîtî, kurdîtî û jinbûna me ji bo we dezavantaj e" destnîşan kir ku ew ji ber nasnameya xwe tên darizandin. Tûncel got: "Hûn çima kurdan û dostên wan didarizînin? We kesên jinên êzidî firotin dîtin. Ji ber ku em li dijî van kesan e hûn me didarizînin. Tevahiya meseleyê ev e. Şahidê veşarî hatiye, dibêje kadroyek berê hatiye. Li gor çi yê berê? Serok Gultan digot, porê xwe boyax bike. Dibêje kamp hene, ev kamp li ku ne? Ez 25 sal in bi awayekî çalak siyasetê dikim. Li holê tu meseleye hiqûqî tune ye. Şahidên nepen dibêje, çûye kampê, çûye Qendîlê. Madem şahidê nepen me nas dike, çima hûn wêneyên me rê wan didin? Bila bên dadgehê, çi tevdîr hebe ji bo wî bigirin û bila were me teşxîs bike. Sirf ji bo hûn siyasetmedarên krud ceza bikin, hûn li usûlê nanêrin. Hûn ê di bin vê de bimînin. Dê demokrasî û aştî bên vî welatî. Wê çaxê hûn ê hesabên bêhqiqûîtiyê xwe bidin. Mesele ne em in. Mesele 85 milyon e. Em baş dizanin bê hûn vê cesaretê ji ku distînin. Hêza ku hûn pişta xwe didinê, qels dibe. Hay jê hebin. Ev meseleya we ye jî. Ew kesên li ser wan sendeliyan, niha li ku ne?"    ‘HÛN NIKARIN MESELEYA KURDÎ LI HÊWANÊN DADGEHAN ÇARESER BIKIN'   Tûncal, di axaftina xwe de pirsî bê kî ev welat xistiye vî halî û got: "Bi hezaran akademîsyen çûn derveyî welêt. Bi deh hezarran xwendekar dixwazin biçin derveyî welêt. AKP, qaçaxçîtiya derveyî welêt a vî welatî dike. Çima? Ji lew re demokrasî tune ye. Ma me ev welêt xistiye vî halî? Ên welêt xistine vî halî em li vira dîl girtine. Li pêvajoya 2015'an mêze bikin. Lê her ku em tên girtin rewşa vî welatî xirabtir dibe. Ev tişt hemû girêdayî çareserkirina meseleya kurdî ne. Hûn nikarin vê darizandinê bikin. Hûn vê darizandinê li ser navê AKP û MHP'ê dikin. Me duh jî ev ji we re got, xwe ji navê vekişînin. Hûn nikarin meseleya kurdî li hêwanên dadgehan çareser bikin."    Tûncel, di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan didome. Her wiha Tûncelê bibîr xist ku salvegera 15'ê Sibatê komploya navdewletî nêz bûye û got: "Komloya li ser Birêz Ocalan, pevçûna di navbera kurd û tirkan de mezintir dike. We hemû kesên meseleya kurdî nîqaş dikin xisting irtîgehan. Dê çawa be îja? Sedema ku mirov nikarin li Tirkiyeyê bijîn jî ev e."    Tûncel di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku rûmeta hiqûqê biparêzin.    Endama Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Ayşe Yagci jî got: "Ez li navnîşana xwe hatim binçavkirin. Serê sibehê ez ê biçûma kar, lê hatim binçavkirin. Ger fikarek min hebûna, gava berî min bi mehekê hevalên min hatin girtin ez ê wê çaxê bireviyama. Beyanên şahidên di dosyeya min a Dadgeha Cezayê Giran a 9'an de û yên niha wekî hev in. Ez ji wê dosyeyê bi awayekî negirtî têm darizandin, lê we ew dosye ji bo vira kiriye hinceta girtinê. Çi pêwendî di navbera wê dosyeyê û ya vir de heye? Doza berdana xwe dikim."    Danişîn piştî navbereke bi qasî 15 deqeyan cardin dest pê kir.