Derhêner Selamo hat berdan 2022-02-11 20:50:21   ÎZMÎR - Derhêner Abdulselam Kilgi, bi navê xwe yê dîtir Selamo, ku 3 roj berê li Balafirgeha Adnan Menderes hatibû binçavkirin, hat berdan.   Derhêner û lîstikvan Abdulselam Kilgi (Selamo) ku di 8'ê Sibatê de ji bo biçe Mêrdînê ji Almanyayê hatibû li Balafirgeha Adnan Menderes a Îzmîrê daketibû. Kilgi, li vira hatibû binçavkirin. Piştî karên li midûriyeta polsan Kilgi îro sewqî Edliyeya Bayrakli ya Îzmîrê hat kirin. Kilgi, li vira bi rêya SEGBÎS'ê îfade da dozgeriya Stenbolê.   Kilgi piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.   Hat hînbûn ku Kilgi ji ber wêneyekî li ser medyaya sanal parve kiriye derbarê wî de lêpirsîn hatiye destpêkirin û li midûriyeta polîsan û dozgeriyê ew wêne jê hatiye pirsîn.