Di şewata li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dan 2022-02-11 23:13:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Walîtiya Stenbolê daxuyand ku di şewata li tekstîla li Gungorenê de 4 karker jiyana xwe ji dest dane.    Walîtiya Stenbolê têkildarî şewata li tekstîla li Kuçeya Sînanpaşa ya Taxa Sanayiyê ya navçeya Gungoren a Stenbolê de bi nivîskî daxuyaniyek da. Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku 4 karkerên biyanî yên di tekstîlê de dixebitîn ji bo xwe ji şewatê biparêzin xwe xistine tuwaletê û her 4 karker di tuwaletê de ji ber dûmanê jehrî bûne û jiyana xwe ji dest dane.