Li seranserê cîhanê girtîgeheke bêmîsal: Îmrali! 2022-02-12 09:07:40 EDENE - Girtîgeha Îmraliyê ya ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 23 sal in tê de ye, çendî hîmê xwe ji Girtîgeha Gûantanamiyê wergirtibe jî û hin hêlên wan bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye.  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi komployeke navdewletî ewilî di sala 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Piştî vê bi tevkariya gelek dewletan di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Çawa ku Ocalan radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew anîn Tirkiyeyê Girava Îmraliyê zûzûka hat valakirin û ew xistin wir. Navê vê girtîgeha ku girtîgeheke nîvvekirî bû û girtiyên edlî tê de diman, wekî Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F hat guherandin.    DI 1935'AN DE HAT ÇÊKIRIN   Girtîgeha li Girava Îmraliyê, ewilî di 11'ê Tebaxa 1935'an de hat vekirin. Gava nû ewilî hat vekirin, armanc ew bû ku girtî li wir karên çandiniyê bikin. Ewilî 50 kesên ji ber sûcên cinayetê hatibûn girtin û di girtîgehên Stenbol û Bûrsayê de bûn anîn vira. Li vê giravê serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Adnan Menderes û wezîr Fatîh Ruştu Zorlû û Hasan Polatkaya jî mane û ji xeynî wan sînemager Yilmaz Guney, wênesaz Îbrahîm Balaban û wênesazê rûm Andulos Stafanodîs jî tê de mane.    HERÊMA QEDEXE   Gava Ocalan di 15'ê Sibata 1998'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin û ew xistin vê girtîgehê, Girava Îmraliyê wekî "herêma ewlehiya taybet" hat îlankirin. Li girtîgehê midûrek û 3 alîgirên midûr û 34 gardiyan hene. 700 esker jî berpirsê ewlehiya wê ya derve ne. Keştiyên sivîl tenê bi qasî 3 mîlan dikarin nêzî giravê bibin û her wiha helîkopterên sivîl jî nikarin di ser giravê re biçin.    LI WIR HIQÛQ Û QANÛN NE DERBASDAR IN'   Li Girtîgeha Îmraliyê ku awayê rêvebiriya wê bi protokoleke taybet hatiye diyarkirin, 23 sal in ne hiqûqa navxweyî, ne jî ya Tirkiyeyê lê nederbasdar e. Ên tiliya wan di avakirina vê girtîgehê û revnadina Ocalan de hene hêzên navdewletî yên wekî DYA'yê ne. Jixwe Ocalan ji bo Tirkiyeyê gotibû, Tirkiye li vir rola "notirvaniyê û gardiyantiyê" dilîze.    GÛANTANAMO   Girtîgeha Îmraliyê, bi feraseta Gûantanamoya DYA'yê ji bû ve hatiye sererastkirin. Du taybetmendiyên wê û yên Gûantanamoyê dişibin hev du. Ya ewil xwe disipêre "revandineke korsanî" û ya dudoyan jî li van girtîgehan hiqûqên neteweyî û navdewletî ne derbasdar in.    MÎNAKEK WEKÎ WÊ TUNE YE   Çendî Girtîgeha Îmraliyê bi Gûantanamoyê re bê berawirdkirin jî, lê şert û mercên wê ji yên Gûantanamoyê girantir in. Li Gûantanamoyê bi xwe jî mafê wekî hevdîtina bi parêzeran, bi malbatê re, mafê name, telefon, faks û telgirafê ne mafine qedexe bûn, lê li Girtîgeha Îmraliyê ev maf tune ne. Çendî bi hin aliyên xwe bişibin hev du jî, lê îro ro li seranserê cîhanê mînakek wekî wê tune ye.    PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ   Li Îmraliyê bi tu awayî qanûnên Tirkiyeyê pêk nayên. Mafên li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê pêk tên, li Îmraliyê ji bo Ocalan esas nayên girtin. Li Tirkiyeyê tu girtî li cihekî hem ji hewayê, hem ji behrê û hem jî ji bejahiyê wekî herêma qedexe hatibe îlankirin nayê ragirtin.    Ocalan bi van gotinan pergala Îmraliyê xulase kiribû: "Kes nikare 6 rojan jî di van şert û mercan de bimîne. Em avêtine vira. Ez girtiyê herî giran ê cîhanê me. Rojavayê cîhanê jî di nav de. Ê min daye girtin pergala kapîtalîst a cîhanê ye. Dewlet jî min wekî kozekê, wekî dîlgirtiyekî di dest xwe de digire. Ez li vir dîlgirtiyekî siyasî me. Divê weziyeta min bi vî awayî bê zanîn. Ez dikarim vê yekê bi şibandinek wiha jî rave bikim: Ez wekî kesekî girêdayî makîneya hilmijandinê bim. Kengî bixwazin dikarin fîşa wê bikişînin. Jixwe girankirina tecrîdê, tê wateya dardakirinê. Li seranserê cîhanê tu kesekî di nav şert û mercan de tune ye. Tenê ez nemirime, hew."    MANDELA Û GIRAVA ROBENÊ   Li cîhanekê giraveke din a girtiyên siyasî lê tên ragirtin jî Afrîkaya Başûr Girava Robenê ye. Pêşengê Konseya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) Nelson Mandela 18 salan tevî hin girtiyan di vê girtîgehê de ma. Mandela û hevalên xwe sûd ji mafên ji bo girtiyên din digirtin. Girava Robenê, di sala 1999'an de ji aliyê UNESCO'yê ve daxilî nav lîsteya mîrateyên cîhanê hat kirin û paşê bû muze.    Li Ewropayê jî girtîgehên giravê hebûn. Bi taybetî di dema Şerê Cîhanê yê Yekê û piştî wê de hin girav wekî girtîgehan hatin bikaranîn. Ji van girtîgehên giravan yên berbiçav ev in; li Behra Hezarê Nargîn, li nêzî Girava Sardûnyayê Asînara, li Behra Spî Malta, li Behra Ohotskê Sahalîn, li Behra Qeşayê ya Bakur Solevest û li nêzî Çînê Girava Malayê.    MA / Hamdûllah Yagiz Kesen