Li ofîseke Kagithaneyê 3 kes mirî hatin dîtin 2022-02-12 13:29:30 STENBOL - Sê hevalên ku ev du roj bûn agahî jê nedihatin girtin, li kargeheke Kagithaneyê mirî hatin dîtin.    Sê hevalên ku du roj bûn tu agahî jê nedihatin girtin, li ofîsa qata yekemîn a kargeheke 5 qat a li Kagithaneya Stenbolê mirî hatin dîtin.  Hat zanîn ku her sê heval du roj berê ji malên xwe derketin û xizmên wan êdî tu agahî jê negirtin. Li ser vê yekê malbatên wan dest bi lêgerînê kirin. Di demên piştre de agahî ji malbatan re hat ku cenazeyên her sêyan jî li kargeheke Kagithaneyê hatine dîtin.    Piştî vê agahiyê, malbatan di serê sibehê de çûn kargehê û dîtin ku cenazeyên her sêyan jî li erdê ne. Li ser vê yekê xizmên wan agahî dan polîs û komên tenduristiyê. Komên ku hatibûn cihê bûyerê diyar kirin ku her sê heval jî li cihê kar jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.