Dayikên Şemiyê aqûbeta mamoste Tepelî pirsîn 2022-02-12 14:19:18 STENBOL - Mamoste Maksut Tepelî di 2’yê sibata 1984’an de li Stenbolê hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin. Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya vê hefteyê de aqûbeta Tepelî pirsîn û diyar kirin ku dê têkoşîna xwe ya mafdar bidomînin.    Bi mebesta pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin û darizandina kiryarên wan, Dayikên Şemiyê di hefteya 881’emîn de jî çalakiya xwe li dar xist. Çalakî li ser onlinê hat kirin û di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta mamoste Maksut Tepelî (28) hat pirsîn ku di 2’yê sibata sala 1984’an de hatibû binçavkirin û ji wê rojê ve tu agahî jê nehatine girtin.    Tepelî ji bo mêvandariyê diçe mala hevalê xwe ya li Kuçukbakkalkoyê û dibîne ku deriyê malê hatiye şikandin. Lê belê polîsên ku kemîn li ber Tepelî danîn, guleyan lê dibarînin û birîndar dikin. Tevî du hevalên wî, di nava betaniyekê de dibin Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê û li wir tevî birîndariya xwe jî tê îşkencekirin. Ji ber îşkenceyê, Tepelî dikeve komayê. Li gorî agahiyên 3 kesên wê demê di bin çavan de, Tepelî di 5’ê sibatê birin Nexweşxaneya Leşkerî ya Haydarpaşayê û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    EV 38 SAL IN LI EDALETÊ DIGERIN   Hevjîna Tepelî, Şehrîban Tepelî da zanîn ku piştî darbeya 12’ê Îlona 1980’an, lêgerîna hevjînê wê derketiye û piştre jî hatiye binçavkirin. Tepelî bi domdarî ev agahî dan: “Di dema îşkenceyê de polîsan digot; ‘me ewqas îşkence kir lê dîsa jî tenê yek nav neda.’ Ev 38 sal in em têkoşîna hiqûqî dimeşînin da ku cihê gora wî bibînin û kujerên wî bên darizandin. Dê têkoşîna me ya maf û edaletê heta dawiyê bidome.” Şehrîban Tepelî piştre jî helbesta ku hevjînê wê ji bo keça xwe nivîsandibû xwend.    TEPELÎ ‘NEHAT DÎTIN’   Parêzera Tepelî, Hevseroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî jî di çalakiyê de axivî û da zanîn ku serlêdanên wan ên ji bo dîtina Tepelî bi erênî nehatine bersivandin. Yolerî got ku tevî serlêdana hevjîna Tepelî jî bi salane dozgeriyê tiştek nekiriye û wiha domand: “Di 2006’an de xuya bû ku Tepelî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye û li goristana bêkesan hatiye veşartin. Heta cihê gorekî jî diyar bûye. Lê cenazeyê wî nadin malbatê. Polîsên ku Tepelî binçav kirîn tên zanîn lê tu cezayek li wan nehatiye birîn. Lêpirsîna di sala 2003’yan de jî kete ber lêpirsînên demborî lewma me serî li AYM’ê da. Lê wan jî bi hinceta dema wê boriye red kir. Me vêcarê jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) da. Em li benda encama dosyayê ne.”   BANGA HIQÛQÊ KIR   Herî dawî jî ji Dayikên Şemiyê Fatma Yorur di çalakiyê de axivî û wiha got: “Pergala darazê ya li Tirkiyeyê baş nayê xebitandin. Bi hinceta demboriyê hewl didin têkoşîna lêgerîna maf û edaletê ya malbatan bêbandor bikin. Ji bo Tepelî ku 38 sal berê li Şaxa Siyasî ya Gayrettepeyê hatibû binçavkirin û windakirin, hiqûqê bêxin meriyetê. Berpirsiyariya we ye ku hûn rastiyê derxînin holê û kujerên wan bidarizînin.”