Aydenîz: Çare di perspektîfa Ocalan de ye 2022-02-12 21:55:44       HATAY - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz ku di hevdîtina bi gel re ya li Îskenderûnê axivî, got: "Çareserî di perspektîfa Ocalan de ye, çare li Îmraliyê ye."     Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) dê di 27'ê Sibatê de Kongreya Asayî ya 6'an li dar bixe. Di çarçoveya xebatên kongreyê de li Îskenderûnê hevdîtin bi gel re hat kirin. Hevdîtin li hêwaneke dawetê hat kirin. Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir û nûnerên partiyê yên Ceyhan, Edene û Îskenderûnê jî di nav de gelek kes tevli hevdîtinê bû. Li hêwana hevdîtinê pankarta li ser “Hûn nikarin roja me tarî bikin" nivîsandî hat daliqandin.    Aydenîz got: "Me yê vê hevdîtina xwe zûtir bikirana, lê îqtidara faşît astengî danîn ber me. DIxwazin her derî li me teng bikin, lê ger cihekî teng hebe ew jî qada faşîzmê, qada îqtidarê ye."     ‘DERIYÊN ÎMRALIYÊ VEKIN'   Aydenîz, têkildarî tecrîda li ser Ocalan jî axivî û got: "Divê hevdîtin bi Birêz Ocalan re bê kirin. Heya deriyên Îmraliyê neyên vekirin dê azadî ne bê Tirkiyeyê ne jî bê Kurdistanê. Îqtidar jî dizane çare li Îmraliyê ye. Em cardin dibêjin, çareserî di perspektîfa Ocalan de ye, çare li Îmraliyê ye."