Çawîşê pispor ê ku pêl Hazna Su kir û ew kuşt, xwe bi 'Bariş Pinariyê' parast 2022-02-13 09:03:48 MÊRDÎN - Li Qoserê çawîşekî pispor bi wesayîteke TSK'ê ya bi plakeya Sûriyeyê pêl Hazna Su ya 52 salî kiribû û ew kuştibû. Çawîşê pispor paşê bi şertê kontrola edlî hatibû berdan û bi dûr re şertê kontrola edlî jî hatibû rakirin. Di îdianameyê de hat xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li çawîş bê birîn.        Di 11'ê Çileyê de li texma Girtîgehê ya navçeya Qoser a Mêrdînê Hazna Su ya 52 salî gava xwestibû derbasî wî aliyê rê bibe, wesayîtek lê qelibîbû û jiyana xwe ji dest dabû. Piştî bûyerê kifş bûbû ku wesayîta li Suyê qelibandiye wesayîteke aydê Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) bûye û plakeya wê jî ya Sûriyeyê bûye û yê li Sûyê qelibandiye jî çawîşekî pispor bûye.    Lê derket holê ku wesayîta bi markeya Wolksvagen Amaerok ku plakeyeke bajarê Helebê ya Sûriyeyê pê ve hatiye kirin, aydê Tûgaya Qomando ya 49'an a Çewlikê bûye.    Piştî bûyerê çawîşê pispor Bestamî Dûman hatibû binçavkirin û Dadgeriya Ceza ya Sulhê bi şertê kontrola edlî û derketina derveyî welêt ew berdabû. Piştî Dûman îtiraz kiribû, di 1'ê Sibata 2022'yan de şertê kontrola edlî û derketina derveyî welêt jî hatibû rakirin.    BI QASÎ 30 METREYÎ EW PENGIZAND   Di zabitnameya cihê bûyerê de hatiye destnîşankirin ku cihê ku bûyerê lê çêbûye cihê derbasbûna peyayan e û tabele jî lê heye. Di zabitnameyê de hatiye diyarkirin ku gava wesayît li Hazna Suyê qelibiye, Su bi qasî 30 metreyan pengiziye û wesayît jî 39 metre şûn de sekiniye.    ‘BARIŞ PINARI HAREKATI’ SAVUNMASI   Çendî şahidên li wir gotine ajovan pir bi lez ajotiye jî, lê çawîşê pispor derpêş kiriye ku bi lez neçûye û gava lempeya sor vêketiye bi rê ketiye. Çawîşê pispor Dûman di îfadeya xwe de ev tişt gotine: "Wesayîta bi min re paşê kirine wesayîta bizirx. Lewma gava min pêl firên dikir, ji ber hin pirsgirêkên teknîkî yên wesayîtê sekinandina wê hinekî zehmet bû. Her wiha ji ber ku paşê veguherandine wesayîteke zirxî dîregên li çep û rastê nahêlin meriv derdorê bibîne. Min di kêliya dawî de maqtûlê dît. Çawa çav pê ketim min pêl firên kir, lê min nikaribû pêşî li ber qezayê bigire. Ez di tevgera Bariş Pinariyê (Kaniya Aştiyê) de me. Ez di tempoyeke zêde de dixebitim."    Serdozgeriya Komarê ya Qoserê derbarê çawîşê pispor Bestamî Dûman de îdianame amade kir. Di dianameyê de hatiye destnîşankirin ku tu qisûreke Huzna Sû tune ye, lê wesayîtê pîvanên trafîkê binpê kirine. Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li Dûman bê birîn.    MA / Ahmet Kanbal