Nobeda Edaletê sê meh li pey xwe hişt: Stran diyarî girtiyan hatin kirin 2022-02-13 15:35:27 AMED/WAN - Çalakiya Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan a li Amedê di roja 90’emîn de didome û malbatan strana “Zindana Diyarbekir em ê bişkinînin” gotin û diyarî girtiyan kirin.  Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku malbatên girtiyên nexweş nayên berdan û girtiyên cezayê wan hatiye taloqkirin li Baroya Amedê dan destpêkirin, di roja 90’emîn de berdewam dike. Îro Rêvebera TUHAY-DER’ê Muşeher Oker serdana nobedê kir.    BI STRANAN PIŞTEVANIYA GIRTIYAN KIRIN    Nobeda îro bi stranan dest pê kir. Malbatan bi hev rê ji bo girtiyan strana , “Zindana Diyarbekir em ê bişkînin” gotin û dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Rêvebera TUHAYDER’ê Muşer Oker jî strana ku li ser komploya navdewletî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qewimîbu nivîsandiye strand.    ENCAMEK NEGIHÎŞTIYE DESTÊ WAN    Pişt re nivîskar Herdem Merwanî ya keça girtiyê nexwaş Abdullah Kirtay axivî. Mervanî destnişan kir ku sê meh in dest bi çalakiyê kirine lê heta niha negihîştine tu encamê û got: “Jiber pirsgirêkên di girtîgehan de diqewimin em vê çalakiyê dikin. Lê belê heya niha em negihiştin çareseriya ku dixwazin. Hêj jî cenaze ji girtîgehan derdikevin, hêj jî tundî li girtîgehan tê meşandin. Di gelek zindanan de pirsgirêkên mezin diqewimin. Hemû mafên girtiyan tên binpêkirin.”    ‘BILA SOZÊN XWE BÎNIN CIH’    Merwanî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser soza ku partiyen siyasî dane wan û got: “Ev yek pirsgirêkekî civakî ye û divê her kes lê xwedî derbikeve. Ev pirsgirêka hemû erdnîgariyê ye. Em dixwazin rojek beriya rojekî çareseriyek bê dîtin. Civak dilxwaziya me nas dike. Lê ew kesên ku berpirsyarî dikeve ser milên wan, tiştek pêk nayînin. Em jî partiyên sîyasî ên ku soz dane me dixwazin ku bila sozên xwe bînin cih.” WAN Li Wanê jî Nobeda Edaletê ya malbatên girtiyan ku li Baroya Wanê dabûn destpêkirin di roja 65’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya Çand û Hunerê ya Aryen serdana nobedê kirin. Kazim Tîmûr ê bavê girtiyê nexweş Botan Tîmûr ê bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got: “Em dibêjin edalet, dewlet û rayedarên îktidarê jî dibêjin, ‘mirin’. Heke edalet hebûya wê girtiyên nexweş bihatana berdan. Bi kuştin û mirinan bersiva daxwaza me ya edaletê didin. Em bang li Wezîrê Edaletê dikin, bila tavilê girtiyên nexweş werin berdan. Divê her kes piştevaniya me bike. Heke em dengek bilind derxin, ew ê paş ve gav biavêjin.”