Gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Surucu 2022-02-13 18:56:01   RIHA - Hin kes ango kesên nasnameya wan ne diyar gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu.      Li Rihayê, hin kes ango kesên nasnameya wan ne diyar gule berdan wesayîta Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Ayşe Surucu. Hat diyarkirin ku wesayîta Surucu parqkirî bûye û gule li cama pişt a wesayîtê ketiye û camê kun kiriye û qewana wê ketiye baxaca wesayîtê. Dema ku Surucu xwest li wesayîta xwe siwar bibe êrişa li dijî wesayîta xwe ferq kir û agahî da polisan. Polisên ku hatin cihê bûyerê li ser wesayîta Surucu lêkolîn kirin.    Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin û hat diyarkirin ku 50 metre nêzî wesayîta Surucu wesayîta polisan hebûye.