Rojnamevan Zeynep Durgut hat binçavkirin 2022-02-14 08:23:24 ŞIRNEX - Polîsan li Cizîrê bi ser mala rojnamevan Zeynep Durgut ve girt û wê kirin binçavan.    Polîsan vê sibehê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi ser mala nûçegihana ajansa me Mezopotamyayê Zeynep Durgut ve girt. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û pişt re Durgut kirin binçavan. Hat zanîn ku Durgut di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ve hatiye destpêkirin kirine binçavan. Sedema binçavkirinê nehat zanîn û wê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.