Boriyên DÎSKÎ’yê 20 roj li ber xwe nedan! 2022-02-14 10:34:05 AMED - Li navçeya Licê boriyên kanalîzasyonê yên DÎSKÎ’yê teqiyan û rê û kuçe di bin avê de man.  Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye ji ber xizmeta neqalîte xelkê perîşan dike. Midûriyeta Giştî ya Îdareya Avê û Kanalîzasyonê (DÎSKÎ) ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin e, 20 roj berê li navçeya Licê ya Amedê boriyên kanalîzasyonê bicih kirin. Boriyên aydî DÎSKÎ’yê teqiyan û rê û kuçeyên navçeyê di bin avê de man. Her wiha ji ber ku ava loxeran di devikên wan de diavêje, li navçeyê dibe sedema belavbûna bêhna genî.