Dadgehê ceza da Emîne Şenyaşar 2022-02-14 14:48:54   RIHA - Bi hinceta ku heqaret li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, derheqê Emîne Şenyaşar de doz hatibû vekirin. Di dozê de 265 rojan cezayê pereyê edlî li Şenyaşar hat birîn.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî dikana malbata Şenyaşar a li Pirsûsê kir. Di êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşar û du kurên wê hatin kuştin. Her wiha kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Ji bo ku kujer bên girtin û darizandin, dayika Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar 343 roj in li ber deriyê Edliyeya Rihayê nobetê digirin. Di vê navberê de bi îdiaya “heqaret li karmendê cemaweriyê kiriye”, 6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê derheqê Emîne Şenyaşar de doz vekiribû. Emîne Şenyaşar di 2’yê cotmeha 2020’an di danişîna sêyemîn a Fadil Şenyaşar de li ber Edliyeya Meletiyê wiha gotibû: “Ev Halîl (Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz) kesekî faîzxwer û dizîker e. Bila li pey dizîkeran û Halîl bikevin. Wê demê dê bibînin bê ka çend kes kuştine.” Derheqê vê axaftinê de jî doz hatibû vekirin.   6’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê, cezayê 365 rojan ê pereyê edlî li Şenyaşar birî. Dadgehê diyar kir ku ‘sûc’ bi aşkere hatiye kirin lewma jî cezayê 365 rojan derxist 425 rojan. Piştre jî dadgehê bi sedema ‘rewşa baş’ a Şenyaşar, ji 6 paran yek ê ceza daxist û cezayê pere yê edlî kir 354 roj. Herî dawî jî ji ber ku Şenyaşar bi Şêwaza Darizandina Asayî dihat darizandin, 4 parên ceza yek jê hat daxistin û bi giştî cezayê 265 rojan a pereyê edlî li Şenyaşar birî.    Dadgehê, înfaza cezayê Şenyaşar taloq kir.