Nobeta Edaletê ya Wanê kete roja 66’an 2022-02-14 15:28:14 WAN - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Baroya Wanê dabû destpêkirin, didome. Hevşaredarê Qelqeliyê Yakup Almaç ku qeyûm li şûna wî hatibû tayînkirin çû serdana malbatan. Almaç, sepanên li girtîgehan weke sepanên darvekirinê pênase kir û wiha got: “Girtiyên nexweş terkî mirinê dikin.”   Ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, malbatên girtiyan li Baroya Wanê dest bi Nobeta Edaletê kiribûn. Nobeta malbatan di roja 66’emîn de jî berdewam kir. Nobeta îro ji hêla Dilşah Alkan ku hevjînê wê yê 68 salî li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê girtin û Kazim Tîmûr ku kurê wî Botan Tîmûr (25) ev 6 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Wanê dimîne ve hat berdewamkirin. Rêveberên Rêxistina Navçeyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û hevşaredarê Qelqeliyê Yakup Almaç ku li şûna wî qeyûm hatiye tayînkirin, çûne serdana malbatan.    'KURDAN GAVEK PAŞDE NEAVÊT’    Almaç di serdanê de dîrokçeya girtîgehan bi bîr xist û wiha got: “Hewl didin bi rêya girtîgehan çavê kurdan bitirsînin. Hevalên me yên li Girtîgeha Amedê, di 12’ê Îlonê de berxwedaneke bêhempa raber kirin. Bi vê berxwedana xwe zîhniyeta serdestan vala derxistin. Berxwedana li girtîgehan her tim pêşengtî ji civakê re kir. Kurdan tu carî paş de gav neavêt û hêj jî li ber xwe didin. Zextekî giran li ser girtîgehan heye û her rêbazekî bi kar tînin.”    'BER BI MIRINÊ VE DIŞÎNIN’   Bi domdarî Almaç bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û axaftina xwe wiha qedand: “Dewlet, raste rast rêbaza darvekirinê xistiye meriyetê. Sînorek ji binpêkirinan re nîne. Girtiyên nexweş ber bi mirinê ve dişînin. Tirkiye bi hiqûqa xwe bi xwe jî nake. Em ê her tim li gel têkoşîna malbatan bin.”