DBP çû serdana TUAY-DER û AYKAY-DER'ê 2022-02-14 16:19:36   MÊRSÎN - Hevserokên DBP’ê çûn serdana TUAY-DER a Çûkûrova û AYKAY-DER’ê. Di serdanê de binpêkirinên li girtîgehan hatin vegotin.    Serdanên Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir ên li Mêrsînê berdewam in. Di vê çarçoveyê de Aydenîz û Bayindir çûn serdana Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çûkûrova TUAY-DER) û Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Windakirî re (AYKAY-Der). Şandeya DBP’ê bi endamên Çûkûrova TUAY-DER, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Mêrsînê û xizmên girtiyan re civiya. Di hevdîtinê de binpêkirinên li girtîgehan ji şandeyê re hatin vegotin.