DAD’ê xwest ku qeymeqamê Qislê ji peywirê bê girtin 2022-02-14 16:46:55   DÊRSIM - DAD’ê bi daxuyaniyekê xwest ku qeymeqamê Qislê Ugur Tutkan ku gef li rêveberên Cemxaneya Duzgun Baba xwaribûn, ji peywirê bê girtin.    Navenda Giştî ya Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) têkildarî gefên qeymeqamê Qislê Ugur Tutkan ku li Serokê Cemxaneya Duzgun Baba Sînan Kirmiziçîçek û rêveberên komeleyê xwaribû, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku nezanîna kesên dixerab ku meqam û Xizir nas nakin, di meqamê de jî xuya bû. DAD’ê di daxuyaniyê de Tutkan wek kesekî “bêrê û bêrêbaz” pênase kir û wiha domand: “Dema ku qeymeqamek li Harde Dewreşê peywira xwe ya bipere pêk tîne, divê haya wî ji nirxên wê civaka ku xizmeta wan dike hebe. Dewlet, bi edaletê tê birêvebirin. Kesek bi nezanî, bi nefsa xwe nakeve cihekî. Kesek bi dilxerabî û bi derewan nakeve cihekî.”    ‘JI PEYWIRÊ BIGIRIN’   DAD’ê bi domdarî wiha got: “Dema tu diçî meqamekî, hewce nîne ku bitirsî. Zarokên rê, li meqaman dijminatiya kesekî nakin. Li meqamên riza, ziyanek nagihije kesekî. Lewma hewce nîne tu jî bitirsî. Hêza dewletekî, ji çanda wê ya ku bi heq, hiqûq û edaletê hêzên ewlekariyê kêm dike, tê. Miletên Elewî yên Rêya Heq, gelek dewletên ku hêza xwe bi bacan, bi zilma xwe nîşan didin dîtin. Heta ku dewlet bi diayan nekeve meqame, ew jî nikare pê re bimeşe. Heke haya te ji vê rastiyê nebe, wê demê li Osmaniyan, li Selçûqiyan binêre.”   Di dawiya daxuyaniyê de hat xwestin ku qeymeqamê navçeyê di demekî herî nêz de ji peywirê bê girtin.