Li Wanê 4 kes hatin girtin 2022-02-14 18:33:56   WAN – Ji 7 kesên ku li Payîzava û Şaxê di avêtina ser malan de hatibûn kirin, 4 kes hatin girtin.   Li navçeya Payîzava û Şaxê ji 7 kesên ku di avêtina ser malan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kirine" hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin. Piştî îfadeya li Fermandarîya Cendirmeyan a Payîzvayê 7 kes sewqî Edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê her 7 kes sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kirin.   Dozgeriyê derbarê Reşît Çomak, Samet Kûrt, Fevzî Melet û kesekî navê wî nehat hînbûn de biryara girtin û derbarê 3 kesên din de jî biryara berdana bi şertê kontrola edlî da.