Li Amedê 27 ciwan hatin binçavkirin 2022-02-14 20:40:35   AMED - Li Amedê beriya 15'ê Sibatê 27 ciwan hatin binçavkirin. Hat hînbûn ku ev kes bi îxbarên kesên nediyar hatine binçavkirin.   Wekî her salê îsal jî beriya salvegera komploya 15'ê Sibatê ya li hemberê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelek kes tên binçavkirin. Hat hînbûn ku li Amedê 27 ciwan bi îxbarên kesên nediyar nediyar hatine binçavkirin. Hat diyarkirin ku di van îxbarên kesên nediyar de hatiye gotin ku dê ev kes çalakiyan li dar bixin.    Piştî îxbaran polîsan avêtiye ser gelek malan û di avêtina ser malan de gelek eks binçav kirine. Kesên hatien binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Amedê.   Li gor agahiyên bi dest ketin navê 27 kesên ku endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî di nav de ev in: Buşra Yenturk, Fatma Onkol, Diyar Sîncar, Nûrûllah Ozgun, Ahmet Ateş, Haşîm Atman, Mazlûm Kardaş, Baver Demîrtaş, Agît Kezer, Hadî Sagir, Ferhat Baytaş, Kerem Senîm, Mehmet Emîn Guçlu, Faysal Kadar, Mûrat Başer, Şîrvan Kaya, Veysel Demîrtaş, Cemal Dag, Agît Satiç, Nûrettîn Çelîktemel, Alî Şeker, Mehmet Noyan, Mahmût El Mûhammed, Zana Sancar, Veysî Erol, Dogan Alptekîn û Fûat Yalçon.    Her wiha di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh danê sibehê polîsan li navçeya Qoser a Mêrdînê jî avêtine ser hin malan. Di avêtina ser malan de aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Hacîre Tanirgan û du kesên navên wan nehatin hînbûn jî hatine binçavkirin û ew anîne Amedê.