Dayika Fatma Eraslan: Hêviya min ji edaletê nema ye 2022-02-15 09:03:52 ŞIRNEX - Bi ser qetilkirina zaroka 13 salî Fatma Eraslan a di qedexeyên derketina derve de 6 sal derbas bûn. Dayika Eraslan anî ziman ku baweriya wê bi edeletê nema ye û got: “Heta niha ji tu kesî re edalet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê hêviya min ji edaletê nema ye.”    Di 16’ê Sibata 2016’an de li navçeya Hezex a Şirnexê, qedexeya derketina derve hat ragihandin. Ligel îlankirina qedexeya derketina derve, gelek mal hatin şewitandin û gelek ji wan jî hatin hilweşandin. Di qedexeya derketina derve de 15 sivîl hatin qetilkirin. Yek ji van jî Fatma Eraslan a 13 salî ku cenazeyê wê li taxa Tûrgût Ozalê hatibû ditin bû.    Di lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû dest pê kirin de, li ser îfadeyên şahidên veşartî hatibû îddakirin ku Eraslan ‘endama rêxistinê ye’ ji ber vê yekê jî biryar hat girtin ku di dosyayê de cihê lêpirsînê tune ye. Pişt re parêzeran dosya birin AYM’ê. Bi ser qetilkirina Eraslan re 6 sal derbas bûn, lê lêgerîna malbatê ya edeletê hêj jî berdewam dike. Dayika Eraslan, Guli Eraslan (42), daxwaz kir ku kujerên keça wê demildest bên darizandin.    ‘NEDIXWEST JI HEZEXE DERKEVE’    Eraslan, diyar kir ku keça wê hêj zarok bû, pir girêdayî jiyanê bû û wiha behsa keça xwe kir: “6 sal bi ser qetilkirina keça min re derbas bûn. Lê hêj jî kujerên wê nehatine dîtin. Em dixwazin ku kujerên wê bên ditin û darizandin. Fatma hêj biçûk bû û diçû pola 6’emîn. Hêj serdema ewil ya dibistanê xelas nekiribû li Hezexê qedexeya derketina derve hate ragihandin. Herkesê zarokên xwe dibirin û diçûn. Herkes ditirsa ku zarokên wan bên qetilkirin. Ji ber wê me jî xwest ku Fatma ji Hezexê derkeve. Lê Fatmayê nedixwest ku derkeve. Me rêdikir lê vedigeriya û nediçû.”   'JI NAVÊ HÊLÎN PIR HEZ DIKIR'    Dayik Eraslan bi lêv kir ku ew her benda hatina keça xwe bû û wiha got: "Biçûk bû û ji mirovan gelek hez dikir. Xwe qurbanî herkesê dikir. Ewqas ji mirovan hez dikir. Lê di malê de gotina me nedikir. Pir dixwest ku navê wê Hêlîn be. Her digot, ‘Bavo navê min biguherînin û bikin Hêlîn’ Herkesê ji wê re digot Hêlîn. Tu kesî nedizanî ku navê wê Fatma ye. Piştî ku hate kuştin li Hezexê bi hezaran kesan navê wê rakir. Bavê wê ji ber ku navê wê li ser nasnameyê neguherand gelekî xemgîn bibû. Ji ber vê yekê jî piştî qetilkirina wê li ser kevirê gora wê navê Helîn nivîsandin. Niha jî keçeke me ya biçûk heye û em ji wê re dibêjin Hêlîn. Keyfa herkesê pir ji wê dihat. Keyfa wê ji dibistanê re nedihat û nedixwest ku biçe dibistanê.”   'HÊVIYA MIN JI EDALETÊ NEMA YE'    Eraslan,daxwaz kir ku kujer demildest bên cezakirin û wiha bi lêv kir: “Em wê qisûrê qebûl nakin. Heta hetayê em li pey doza xwe ne. Piştî Fatmayê jî bi sedan zarok hatin qetilkirin. Hemû zarok di bin xaniyan de man û gelek ji wan jî bi guleyan hatin kuştin. Hemû jî biçûk bûn. Tu mafê wan tuneye ku zaroka me sûcdar bikin. Ger kujerên Fatmayê bihatana cezakirin, Miraç Mîroglû nedihat qetilkirin. Em dixwazin ku kujerên zaroka me bên dîtin û hesab ji wan were pirsîn. Divê ew kesên ku bûne sedemê mirina keça min demildest bên cezakirin. Heta niha ji tu kesî re edelet nehatiye ku ji me re bê. Ji ber wê yekê, baweriya min ji edaletê re nema ye. Dewlet divê zelal bike. Nêçare ku zelal bike. Heta ku kujerê wê were dîtin em ê tebikoşin.”   MA / Zeynep Dûrgût