Kilavuz: Em ê fatûreyên ceryanê yên cemxaneyan nedin 2022-02-15 09:03:59 ENQERE - Serokê Desteya Baweriyê ya Federasyona Eleqî Bektaşîyan Hasan Kilavûz bertek nîşanî fatûreyên ceryanê yên giran ên ji cemxaneyan re tên dan û got: "Qethiyen em van fatûreyan nadin."  Fatûreyên ceryanê yên giran, barê cemxaneyan jî giran kir. Rêxistinên elewiyan biryar dan ku fatûreyên ceryanê yên ji cemaxneyan re tên nedin.    Serokê Desteya Baweriyê ya Federasyona Elewî Bektaşîyan (ABF) Hasan Kilavûz, destnîşan kir ku ev fatûre tenê ne ji bo civaka elewî, ji bo tevahiya gel zilm e. Kilavûz got: "Tu sazî û dezgeheke dewletê di warê aborî de alîkariya cemxaneyan nake. Endamên me bi derfetên xwe lazmatiyên cemxaneyan dikirin."    ‘MA EM Ê ÇAWA BIDIN'   Kilavûz got: "Ev fatûreyên dewletê neheqî ne. Em îtiraz dikin. Di wan fatûreyan de heqê ceryana nehatiye şixulandin jî tê dayîn. Em bacê didin, ew bac li me nayê vegerandin û bi ser de jî dibêjin 'van fatûreyan bidin.' Em ferz bikin fatûreyên ku me berê didan 5 hezar bin, ên niha 10 hezar tên. Ev 10 hezar jî yê 20 rojî ye. Meseleya niha fatûreyeka xemxaneyê di ser 18 hezarî re hatiye. Em ê çawa bidine?"   'EM Ê NEDIN'   Kilavûz, destnîşan kir ku helwesteke zelal danîne û got: "Me saziyên elewiyan ên li Tirkiyeyê biryar daye ku qethiyen em ê van fatûreyan nedin. Me bi Serokê Dergeha Garîp Dede Celal Firat re jî xeberda. Wan jî heman tişt got. Me cemxaneyên di bin banê federasyonê de biryar girtiyeke ku em ê van fatûreyan nedin. Ev neheqiyek mezin e, guneh e, zilm e. Tê ceryanê dibirin jî, kerem bikin bila werin."    ‘DÊ TÊKOŞÎNA ME BIDOME'   Kilavûz, destnîşan kir ku berê jî ji bo fatûreyên ecmxaneyan nedin du caran serlêdan kirine û got: "Pêzaniyên hatin şandin, cemxaneyê wekî îbadetxaneyê qebûl nekirin. Lê dîsa jî em dev jê bernadin. Bila Serokê Karên Diyanetê van fatûreyan bide. Ew bi bacên me xwe xwedî dikin, nexwe bila ew fatûreyan bidin. Ez wisa bawer dikim ku dê paş de gav navêjin. Ger neavêjin dê elewî serî li rê û rêbazine din bidin."    Kilavûz, bang li hemû hiqûqnas, sazî û dezgehan û rêxistinên civaka sivîl kir û got: "Ger em bi hev re tevbigerin em ê bi ser bikevin."    STATUYA QANÛNÎ   Kilavûz di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê statuyeke qanûnî ya cemxaneyan hebe û got: "Li vî welatî di ser 25 milyonan re elewî hene. Îbadetxaneya wan cemxane ne. Teqez divê statuyeke wan a qanûnî hebe."