Li Stenbolê rojnamevanek û siyasetmedar hatin binçavkirin 2022-02-15 09:54:37   STENBOL - Li Stenbolê polîsan avêt ser malan û rojnamevan û siyasetmedar jî di nav de gelek kes kirin binçavan.    Polîsan li navçeyên Stenbolê avêt ser malan û lêgerîn pêk anîn. Di serdegirtinên malan de endam û rêveberên HDP’ê û rojnamevan jî di nav de gelek kes kirin binçavan. Di serdegirtinên li navçeya Esenyurda Stenbolê de Hevseroka Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Marmayarayê (MATUHAYDER) Esîn Çelîk û endamên HDP’ê jî di nav de 9 kes hatin binçavkirin.    Di serdegirtinên malan de her wiha nûçegihana Rojnameya Şûjin a bi KHK’ê hat girtin Vîldan Atmaca jî hat binçavkirin. Hat zanîn ku Atmaca ji ber nûçeyên di navbera salên 2015 û 2016’an de çêkiriye di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hatiye binçavkirin.    10 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ku li Cadeya Vatanê ye. Hat zanîn ku dê parêzer heta 24 saetan nikaribin miwekîlên xwe bibînin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne: Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê Çîçek Ariç,  rêveber û endamên HDP’a Esenyurdê Çayan Yilmaz, Murat Turgut, Taner Karataş, Metîn Burukanli, Abdullah Arinan, Kiyasattîn Kurt û Selamî Yaman.