Serdana HDP’ê ya Şengal û Mexmûrê: Li wan zilm hatiye kirin 2022-02-15 10:58:37 ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş ê di nava heyeta HDP’ê de serdana Şengal û Mexmûrê kir destnîşan kir ku wan zilmê li cihê cih dîtiye û rapora ku amadekirine dê bi raya giştî ya netewî û navnetewî re parve bikin.  Balafirên şer ên Tirkiyê di 1’ê Sibatê de bi awayek hemwext êrişî Şengal, Wargeha Penabaran a Mexmûrê û navçeya Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê kiribûn. Piştî van êrişên hewayî heyeta Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) serdana Şengalê û Mexmûrê kir. Cîgira Hevserokên Giştî ya HDP’ê Feleknas Ûca ku ji Komîsyona Têkiliyên Derve Berpirsiyar e, parlamenterên HDP’ê Hasan Ozguneş, Huda Kaya û Mûrat Çepnî wek heyetek di 9’ê sibatê de serdana Şengalê kirin û pişt re jî derbasî Mexmûrê bûn. Heyet piştî serdanên xwe temam kir, vegeriya bakurê Kurdistanê.    ‘JI EM ZILMÊ DI CIH DE BIBÎNIN EM ÇÛNE WIR’    Parlamenter Hasan Ozguneş ê di heyetê de cih digirt ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ji bo ew êrişên pêk hatine di cih de çavdêrî bikin çûne herêmê û got: “Hikûmeta AKP’ê bi hêza hewayî dem bi deman Şengal û Mexmûrê bombebaran dike. Di van êrişan de însanên sivîl tên qetilkirin. Tirkiye, Iraq û rêveberiya Herêma Kurdistanê li dijî van herêman zilmê dikin. Ji bo ku em jî vê zilmê li şûna wê bibînin çûn serdana Şengal û Mexmûrê.”    Ozguneş destnîşan kir ku ew di serdanan de bi astengiyan re rûbirû mane û dema ew diçûn Silêmaniyê bi astengiya hêzên leşkerî yên Iraqê re hevrû mane û leşkeran ji wan pirsa “Çima hûn di Hewlêrê de naçin?” kiriye. Ozguneş got piştî demekê ew hatine astengkirin destûra wan hatiye dayîn.    GELEK HEVDÎTIN PÊK ANÎNE    Ozguneş bi bîr xist ku wan bi Şengalê dest bi serdanên xwe kirine û wiha got: “Me bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê re hevdîtin kir. Pişt re me bi Meclîsa Jinan re hevdîtin kir. Piştî van hevdîtina me li Sinûnê bi rêveberên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADE) re hevdîtin kir. Rûspiyan jî di vê hevdîtinê de cih girtin. Piştî vê hevdîtinê jî me berê xwe da Xanesorê. Me liv ir jî bi rayedarên Meclîsa Gel a Xanesorê re hevdîtin pêk anî. Piştî serdanên me yên li Şengalê me li gel Nûnertiya YNK’ê ya Silêmaniyê hevdîtin pêk anî. Piştî ku hevdîtin û lêkolînên me li vê herêmê bi dawî bûn, me berê xwe da Mexmûrê. Me li Wargeha Mexmûrê bi Hevşaredarên Mexmûrê û xelkê re hevdîtin û civîn kir.”   HIKÛMETA IRAQÊ Û HERÊMA KURDISTANÊ ZEXTAN DIKE    Ozguneş da zanîn ku wan di serdanên Şengalê de tespît kiriye ku gelek pirsgirêk hene û got: “Li Şengalê hêj nîvê bajêr warankirî ye. Hêj şopên êrişên DAIŞ’ê li bajêr xuya dike. Di êrişên Şengalê de nêzî 300 hezar kesî neçar mane ku Şengalê terk bikin. Qismek ji vana dîsa vegeriyane Şengalê. Hêj qismek xelkê Şengalê li Dihokê li kampên penaberan dimînin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê vegera xelkê Şengalê asteng dike. Malbatên ku veşartî tên Şengalê hene. Lê belê beşek malbatên wan jî li kampan tên girtin. Hat destnîşankirin ku li kampan welatiyên êzidî di warê bîr û baweriya xwe de bi gelek astengiyan re rûbirû dimînin. Li kampan herm bi zordestiya Herêma Kurdistanê û hem jî bi zordestiya hikûmeta Iraqê re rûbirû dimînin. Bi van sepanan dixwazin destkeftiyên xelkê li Şengalê dijî desteser bikin.”    GEFÊN MÎT’Ê YÊN LI SER ŞENGALÊ   Ozguneş da zanîn ku dorpêçeke leşkerî û ewlekariyê li ser Şengalê heye û wiha domand: “Li gel vê yekê, êrişên hikûmeta AKP’ê jî berdewam in. Di êrişê de saziyên sivîl hedef tên girtin û gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Me bihîst ku nexweşxane jî bûye hedefa êrişên Tirkiyeyê ye. Her wiha Meclisa Xanesorê ya ku bûye hedefa êrişan jî me dît. Di vê meclisê de tenê nûnerên gel diciviyan. Em, bi malbatên qurbaniyan re hatin gel hev û li daxwazên wan guhdar bûn. Daxwaza wan ew e ku Hikûmeta Federal a Kurdistanê amborgo û astengiyên heyî rakin. Li gel Tirkiyeyê, her wiha hikûmeta Iraqê jî ji bo têkbirina statû û destkeftiyên Şengalê di nava hewldanan de ye. Sîxûrên Tirkiyeyê yên li Herêma Federal a Kurdistanê dijîn, bi telefonê li xelkê Şengalê digerin û sîxûrtiyê lê ferz dikin. Dema vê daxwazê red dikin jî gefa kuştinê li wan tê xwarin. Piştrast dikin ku kesên van tiştan bi serê wan tînin, sîxûrên MÎT’ê ne.”   HÊZÊN MILÎS ÊN TIRKIYEYÊ    Di berdewamê de Ozguneş anî ziman ku Tirkiyeyê li herêmên nêzî Şengalê hêzên milîs ên girêdayî xwe ava kirine û wiha pê de çû: “Derdorên ku me pê re hevdîtin kir, dibêjin ku Tirkiye li herêmên weke El Baab, Telafer, Mexmûr û Mûsilê hewl dide hêzên milîs ên girêdayî xwe ava bike. Her wiha gotin ku Tirkiye hewl dide DAIŞ’ê dîsa birêxistin bike. Hat destnîşankirin ku Tirkiye, DAIŞ’iyên li kampên cuda tîne herêmên navborî û biçek dike.”    SERDANA MEXMÛRÊ   Ozguneş piştre jî bal kişand ser rewşa Mexmûrê û çavdêriyên xwe yên di serdana Mexmûrê de wiha parve kirin: “Bi salane ye Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê ambargo daniye ser Mexmûrê. Nahêle ku nexweş ji wir derkevin. Kesên li wê wargehê dijîn, di salên 90’î de ji ber valakirina gundan û zexta cerdewaniyê ya Tirkiyeyê, ji Şirnexê koçber bûn. Wan mirovan bi salan piştgirî dan tevgera Barzanî û Mam Celal. Di vê rêyê de jiyana xwe ji dest dan. Lê ev kes niha di ambargoyê de ne. Daxwaza wan ew e ku ev ambargo bê rakirin. Her wiha wargeha wan ji êrişên DAIŞ’ê re vekiriye û hewldanek heye ku DAIŞ’ê li vê herêmê dîsa zindî bikin. Êrişên Tirkiyeyê jî bênavber didomin û deverên rastî êrişê hatine nîşanî me dan. Yek ji van deveran jî baxçeyê dibistanekê ye. Di encama bombeyê de koreke bi qasî 4-5 mîtroyan çêbûye. Her wiha derdora malan jî hatiye bombebarakirin. Di van êrişan de sivîl hatine kuştin. Tevî ku bi ser re demekî dirêj derbas bûye, lê hêjta bêhnekî nexweş ji van deverên hatine bombebarankirin tê. Rengê axê guherî ye. Balafirên şer her tim li ser wargehê difirin û vê jî derûniya zarokan xerab kiriye. Ev kirinên Tirkiyeyê tevek jî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Ev êriş hem li dijî qanûnên neteweyî û hem jî yên navneteweyî ne.”    ‘EM Ê ZILMÊ TEŞHÎR BIKIN’    Hasan Ozguneş got ku dê serdan û lêkolînên xwe weke raporekê ji saziyên neteweyî û navneteweyî re bişînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê zilma ku li gelê me hatiye kirin, teşhîr bikin. Xebatên me yên di vê derbarê de dê bi awayên cuda bidomin. Em ê vê mijarê bişopînin. Ya ku li Şengal û Wargeha Penaberan a Mexmûrê tê kirin, neheqî ye û divê neyên qebûlkirin. Divê em li dijî vê neheqiyê, dengê xwe bilind bikin. Divê ev tiştên bi serê wan tên kirin, bi awayekî demokratîk bên teşhîrkirin û li dijî wan nerazîbûnên xwe nîşan bidin.”    MA / Omer Akin