Rojnamevan Agirel û Pehlîvan dîsa dikevin girtîgehê 2022-02-15 11:28:13   STENBOL - Rojnamevan Mûrat Agirel û Bariş Pehlîvan ên ji ber parvekirina nasnameya endamê MÎT'ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû tên darizandin, piştî ku cezayên wan hat erê kirin, disa dikevin girtîgehê.    Rojnamevan Mûrat Agirel û Bariş Pehlîvan ên ji ber parvekirina nasnameya endamê MÎT'ê yê li Lîbyayê jiyana xwe ji dest dabû tên darizandin, piştî ku cezayên wan hat erê kirin, disa dikevin girtîgehê. Dadgeha Îstînafê serlêdanên têkildarî cezayên hefsê yên rojnamevan Bariş Pehlîvan, Mûrat Agirel, Hulya Kiliç, Aydin Keser, Mehmet Ferhat Çelîk red kiribû û cezayên wan pêjirandibû.    Mûrat Agirel û Bariş Pehlîvan ji bo hesaba înfazê bikin çûn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê. Rojnamevan wê dîsa bikevin girtîgehê.