DBP û TJA'yê banga azadiya Ocalan kirin 2022-02-15 12:10:50   AMED - DBP û TJA'yê bi daxuyaniyên nivîskî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û ji bo azadiya fizîkî ya Ocalan banga "mezinkirina rêkoşînê" kirin.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), derbarê salvegera 15 Sibatê ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji aliyê dewletên navneteweyî ve bi komployekê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hat kirin de daxuyaniyeke nivîskî da û kopmloye şermezar kir. DBP'ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên navneteweyî ji bo armanca xwe ya Rojhilata Navîn Tevgera Azadiyê û Abdullah Ocalan ji xwe re asteng dibînin û wiha got: “Di ser komploya navneteweyî re 23 sal derbas bûn. Birêz Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de ji aliyê hêzên navneteweyî ve ji paytexta Kenyayê Naîrobî anîn Tirkiyeyê û vê yeke bi binpê kirina hiqûqa navneteweyî û gerdûnî pêk anin. Hêzên navnetewî yên ku dixwestin  Rojhilata Navîn bi rêya şer û kaosê li gor bercewendiyên xwe dizayn bikin, tevgara azadiya Kurd  li pêşiya vê armancê weke astenga herî mezin  dîtin û xwestin bi rêya vê komployê tasviye bikin.”   PIŞTGIRYA GELAN KOMPLOYÊ PÛÇ KIR   DBP'ê diyar kir ku koplo bi piştgiriya gelan ve hatiye pûçkirin û wiha ev tişt got: "Bi hewldan û têkoşîna birêz Ocalan û piştgiriya gelan komplo hat pûçkirin. Nişaneya vê yeke jî têkbirina DAİŞ’ê û avakirina şoreşa Rojava ye. Her wiha desthiladariya AKP’ê ya ku îro bi tecrîdê dixwaze vê komployê bidomîne di pêvajoya çareseriyê de bû şahidê  bandor û giringiya fikrên birêz Ocalan. Di vê pêvajoyê de bandora hêviya aştiyê; bi awayekê erênî  di warê aborî, civakî û siyasî de li hemû welat rû da.”   TECRÎDÊ KÛR DIKIN   DBP'ê di daxuyaiya xwe de bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û têkildarî mijarê ev nirxandin kir: " Desthilata AKP'ê ji tirsa ku fikrên Birêz Ocalan bigihêje raya giştî, tecrîd kûrtir kir û ev tecrîda sîstematîk li hemû qadên jiyana civakî belav bû. Êrîşên  li dijî partî û hêzên demokrasiyê zêde bûn. Bi rêya qeyûman  şaredariyên HDP'ê hatın desteserkirin.  Zext, zordarî û bi hezaran binçavkirin û girtin pêk hatin û pêk tên. Girtiyên siyasî yên ku cezayê wan bi dawî bûye, bi hincetên cuda yên ku tu bingehên wan ên hiqûqî nînin, bi awayekî keyfî di girtîgehê de tên girtin, Tevî raporên ku girtiyên nexweş nikarin li girtîgehê bimînin jî bi zanebûn nayên berdan û qanûna dijminatiya li girtiyan tê sepandin. Hem şert û mercên siyasî û aborî yên hundirîn û hem jî kriza mezin a navneteweyî  hikûmeta AKP’ê , li hemberî Kurdan hîn bêhtir êrîşkar dike.”   NAVŞÎNA ÇARESERYE OCALAN E   DBP'ê destnîşan kir ku navîşana çareserkirina Pirsgirêka Kurd Ocalan e û ev tişt got: "Guherandina rojeva siyasî ya hundirîn êrîşên xwe yên li ser Rojava  didomîne û bi êrîşa li ser Kurdan hewl dide hemû têkçûnên xwe yên hundir û derve veşêre. Ev yek jî bi awayekî aşkere nişan dıde ku heta pirsgirêka Kurd neyê çareser kirin Tirkiye nikare ji pirsgirêkên xwe yên siyasî, aborî û navnetewî xelas bibe. Navnîşana çareserkirinê jî diyar e, hewldanên birêz Öcalan ên di warê demokrasi û aşitiyê de berbiçav in.  jı bo ku ev hewldan û xwestek pêk werin divê deriye Îmralî’yê bê vekirin  lê tecrîda li dijî Birêz Ocalan ku hê  mînakeke mezin a bêhiqûqiyê ye, didome. Ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd divê rêz li hiqûqê bê girtin û tecrîda li ser Birêz Ocalan demildest bê rakirin.”   Di dawiya daxuyaniya xwe de DBP'ê komploya navnetewî ya 15'ê Sibatê şermezar kirin.   KOMPLO BI TECRÎDÊ DIDOME   Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir. TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kurd Ocalan ji xwe re weke "rêber" qebûl dikin û bertek nîşanî tecrîda li ser Ocalan da û ev tişt got: "Ji roja destpêkê ve birêz Ocalan komployê dîtiye û rexmî hemû bêderfetiyên xwe jî ji bo vala derxistina komployê têkoşîn daye. Tê xwestin komplo bi tecrîdê bê domandin. Tecrîd ferzkirineke navneteweyî ya dijî çareseriyê ye. Em jin careke din komploya 15'ê Sibatê, hêzên tarî û kûr ên li pişt wê nelet dikin. Komplo li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê dibe sedema şer. Di serî de hevalên me yên li zindanê em jin û gel li dijî tecrîdê têdikoşin. Dengê li zindanê li dijî tecrîdê bilind dibe dengê banga azadî, demokrasî, edalet û maf e."   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Di berdewama daxuyaniya xwe de TJA'yê, destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û ev nirxandin kir: "Wê gelên Rojhilata Navîn, jin û kurd bi azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re bigihîjin azadî û demokrasiyê. Em banga xwe ya ji bo rakirina tecrîdê careke din dubare dikin. Em bang li jin û gelê kurd dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin. Diyar dikin ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin."