Malbata Şenyaşar: Di çavên gel de kesê windakirî diyar e 2022-02-15 13:10:38   RIHA - Malbata Şenyaşar, bertek nîşanî cezayê pere ku li Emîne Şenyaşar hatibû birîn da û ev peyam parve kir: "Parlamenterê ku di nav AKP'ê de jî nayê xwestin dibe ku bi fermanê dozê qezend bike. Lê di çavên gel de kesê windakirî diyar e."   Di 14'ê hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê xizm û paratvanê Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û 3 ferdên malbatê kuştibûn. Emîne Şenyaşar ku hevjîn û 2 kurên we di vê êrişê de hatibûn kuştin û kurê xwe Ferît Şenyaşar, di 9'ê adara 2021'an de li dijî zilma ku li wan hat irin li ber Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 344'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar îro jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê û dest bi nobeta xwe kirin.    Malbatê, li ser hesabê xwe yê medya sanal jî bertek nîşanî cezayê pere ku bi angaşta heqaret li Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, hatiye birîn da û parvekirin kir: "Yildiz ku piştî komkujiya nexweşxaneyê bû parlamenterê malbata xwe, doza ku li dayikê vekir qezenç kir. Parlamenterê ku di nav AKP'ê de jî nayê xwestin dibe ku bi fermanê dozê qezend bike. Lê di çavên gel de kesê windakirî diyar e."   Malbatê, di parvekirina xwe de hesabên medya sanal ên Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, Waliyê Rihayê Abdûllah Erîn û Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê Erînç Sagkan jî etîket kir.