Di doza greva birçîbûnê de biryara beraetê hat dayîn 2022-02-15 13:16:11   ENQERE - Dîlan Oynaş a girtî ku ji ber li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê û dihat darizandin, hat beratkirin.    Dîlan Oynaş a li Girtîgeha Sîncanê ya Jinan girtî ye ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê. Bi îdiaya “endama rêxistinê ye” doz li Oynaş hatibû vekirin. Danişîna duyemîn a doza Oytaş li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat lidarxistin. Oynaş bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) beşdarî danişînê bû. Parêzera wê Şevîn Kaya jî li danişînê amade bû.    KURDÎ HÊJ QEDEXE YE!    Oynaş xwest bi kurdî parastina xwe bike. Lê heyeta dadgehê destûr neda û xwest bi tirkî parastina xwe bike. Oynaş bertek nîşanî helwesta dadgehê da.    Parêzer Şevîn Kaya jî destnîşan kir ku parastina bi zimanê dayikê mafek qanûnî ye û di berdewama parastinê de xwest miwekîla wê bê beraetkirin.    Dozger xwest Oynaş bê cezakirin. Lê heyeta dadgehê ji têrnekirina delîlan derbarê Oynaş de biryara beraetê da.