Li Wanê 15’ê Sibatê şermezar kirin: Sekna Îmraliyê komplo vala derxist 2022-02-15 13:28:13   WAN - Li Wanê di çalakiya ku komploya navnetewî ya li ser Ocalan hat şermezarkirin de wiha hat gotin: “Di encama têkoşîna gelan û sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê komploya navnetewî negihişt armanca xwe.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk salvegera 23’yemîn a anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi komployeke navnetewî li Wanê şermezar kirin. Nûnerên rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û gelek kes beşdarî daxuyaniya li Kolana Hunerê ya Wanê hate dayîn bûn. Di daxuyaniyê de pankarteke reş a li ser nivîsa “Tecrîdê rakin, deriyê Îmraliyê vekin, aşitiyê ava bikin” nivîs dinivîsand hat rakirin.    Di daxuyaniyê de rêveberê HDP’ê Omer Işik axivî û diyar kir ku bi komploya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Ocalan aştî, edalet û daxwaza azadiyê ya di pirsgirêka kurd de hedef hatiye girtin û wiha got: “Di encama têkoşîna gelan û sekna birêz Ocalan a li Îmraliyê komploya navnetewî negihişt armanca xwe. Qasî ku têkoşîna gelan li erdnîgariya Kurdistan, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bilind bû û li cîhanê berbiçav bû, desthilata AKP’ê û MHP’ê zêdetir polîtîkayên tecrîd, şer, bêedaletî û siyaseta înkarê meşandin. Di vê çarçoveyê de ji bo ku daxwaza aştiyê ya gelên Tirkiyeyê bifetisînin di 5’ê Nîsana 2015’an de tecrîda li ser birêz Ocalan a li Îmraliyê ji nû ve kûr kir. Ligel polîtîkayên tecrîdê hewl hat dayîn ku daxwaza gelên Tirkiyeyê ya hemwelatîbûyîna wekhev azad û Komara Demokratîk ji qada siyasî û civakî ji holê bên rakirin.”   BILA TECRÎD WERE RAKIRIN   Işik, destnîşan kir ku ji bo rakirina tecrîda mutleq a li Îmraliyê bê rakirin û çareserkirina pirsgirêka kurd divê demildest rê li ber parvekirina fikrên Ocalan a bi raya giştî re were vekirin û wiha berdewam kir: “Qasî ku birêz Ocalan biaxive wê derfetên muzakere û çareseriya demokratîk xurttir bibin. Ji ber ku hukmên hiqûqê derbas nabin, ji dîlgirtina birêz Ocalan heta mercên ragirtina wî yên li Îmraliyê, Girtîgeha Îmraliyê çala reş a hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî di salên dawî de cezayên dîsîplînê yên bêdem ên li Birêz Ocalan tên birîn, bingeha sîstematîk a îşkence û dijminatiyê nîşan didin ku em dikarin weke 'cezakirina di nava ceza de' pênase bikin. Em di nava van şertên tecrîda giran de û li cihekî ku hiqûq lê hatiye sekinandin, ji şert û mercên tenduristî û ewlekariyê yên Birêz Ocalan bi fikar in. Tişta ku bêhiqûqiya li Îmraliyê ji holê rake, tekoşîna hevpar a gelên me û hêzên demokrasiyê ye.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ   Işik destnîşan kir ku têkoşîna li dijî tecrîdê di heman demê de têkoşîna ji bo parastina rûmeta siyaseta demokratîk û hêviya aştiyê ye û bang li hemû saziyên siyasî, rêxistinên mafên mirovan û saziyên sivîl ên civakî yên dixwazin li Tirkiyeyê hêza demokrasî û siyasetê biparêzin kir ku li dijî tecrîdê têbikoşin.    Piştî daxuyaniyê 5 deqîqeyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Girseyê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bang kir.