Leşkeran di serdegirtina malê de tundî kir 2022-02-15 16:31:30   ÇEWLIG - Li Çewligê hejmara kesên binçavkirî zêde bûn. Li Kanîreşê dîmenên kêliya ku leşker li kesekî didin û bi gefan binçav dikin hatin qeydkirin.    Di çarçoveya Serdozgeriya Komarê ya Çewligê da destpêkrin de serê sibê bi ser gelek malan ve hat girtin. Di serdegirtinên malan de hejmara binçavkiriyan derket 5’an. Hat gotin dibe ku hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Leşkeran li gundê Hesnawe yê bi ser navçeya Kanîreşa Çewligê ve bi ser mala Emîn Canpolat de girtin. Leşkeran tundî li ferdên malbatê kirin. Ev kêlî bi telefonê hatin qeydkirin. Di dîmen de tê xuyakirin ku leşker qirika Emîn Canpolat dişidînin û wî spartine dîwar. Leşker gefa, “tu kî yî” lê dixwin. Piştî binçavkirina Canpolat, dayika wî ji ser hişê xwe çû.