Dayika tim ji bo zimanê xwe li ber xwe da: Îpek Elmas 2022-02-16 09:02:55 ENQERE - Îpek Elmas ku bi gotina "Kamber Ateş Nasilsin" (Kamber Ateş çawa yî?" a bi tirkî di bîra mirovan de ma, heya sax bû ji xeynî zimanê xwe bi tu zimanê din neaxivî.  Îpek Elmas ku di dema darbeya eskerî ya 12'ê Îlonê de kurê wê hatibû girtin û ji ber ku bi tirkî nizanibû di hevdîtinê de tenê bi tirkî dikaribû bibêje "Kamber Ateş nasilsin?" (Kamber Ateş tu çawa yî?" di 11'ê Sibatê de jiyana xwe ji dest da û li navçeya Îmranlî ya Sêwazê hat definkirin.    Îpek Elmas, di sala 1936'an de li Derekoyê hatiye dinê. Dê û bavê wê di 1945'an de mirine. Piştî mirina dê û bavê wê bi 9 salan, di temenekî biçûk de wê bi pismamê wê Huseyîn Ateş zewicandine. Bi navê Melek û Kamber du zarokên wê çêbûne.    Dayik Îpek di temenekî biçûk de li gund li nav erdan xebitiye û gava hevjînê wê ji eskeriyê vegeriyaye, bi tena serê xwe zarokên xwe xwedî kiriye. Huseyîn Ateş piştî ji eskeriyê hatiye ji bo kar çûye bajêr û hew vegeriyaye. Piştî vê dayik Îpek bi tena serê xwe li zarokên xwe mêze kiriye.   JI XEYNÎ KURDÎ TU ZIMANÊN DIN HÎN NEBÛ   Ji xeynî xebata li nav erd û xwedîkirina zarokan, hêleke qewî ya dayika Îpek hebûye, ew jî jî girêdana wê ya bi zimanê wê re bûye. Gava piştî derbeya eskerî ya 1980'yan kurê wê Kamber Ateş tê girtin, ji bo wî bibîne diçe girtîgehê. Lê ji ber ku li girtîgehê ji xeynî tirkî axaftina bi zimanên din qedexe bûye, tenê karibûye ji kurê xwe re bi tirkî bibêje "Kamber Ateş nasilsin?" (Kamber Ateş tu çawa yî?" Kurê wê 11 salan di girtîgehê de maye û gelek caran çûye cem kurê xwe, lê dîsa jî tirkî hîn nebûye û heya sax bûye jî ji xeynî zimanê xwe bi zimanekî din neaxiviye.    Em bi kurê wê Kamber Ateş re axivîn.      ‘PIŞTÎ BÛYERÊN ÇORÛMÊ HATIM GIRTIN'   Ateş, anî ziman ku ji bo xwendinê hatiye Enqereyê, û ji bo bibe mamosteyê lîseyê çûye Zanîngeha Gazîyê. Ateş, bilêv kir ku gava bûyerên di Gulan û Tîrmeha 1980'yî de li Çorûmê qewimîne protesto kirine hatiye binçavkirin û paşê ew xistine Girtîgeha Mamakê ya Eskerî. Ateş, bilêv kir ku bi dû re 11 sal û 5 meh ceza lê hatiye birîn û got: "Ew bîranîna di navbera min û dêya min de, dibe ku ya sala 81-82'yan be. Tam nayê bîra min jî. Wexteke ku terora li Girtîgeha Mamakê ya Eskerî gur bûbû. Beriya hevdîtinê bi nîv saetî me ji qawîşan derdixistin û me di bend û barîkatên cur bic ur de derbas dikirin û li me dixistin. Heya tu diçû cem serdêran, têr li te dixistin. Hevdîtin jî tenê 5 deqe bû. Axaftina ji xeynî tirkî, îşaretên bi çav, dest û milan, nerîna li çep û rastê qedexe bû. Yanî muameleyeke dîlgirtiyan bi meriv dikirin. Em, ji ber ku girtiyên polîtîk bûn, min ji hevalê li cem xwe re got dê dêya min bê. Wê demê mirov diket nava derûniyek cuda. Car hebû girtiyan digot, xwezî malbata me nehatana. Sirf ji bo tiştên bihatana serê wan nedîtana yan jî wan tiştên bihatana serê te ew çav pê neketana. Ji lew re li hemberî malbatan û girtiyan zilmek hebû."     ‘3 CARAN GOT 'KAMBER ATEŞ NASILSIN?''   Ateş, bilêv kir ku ji ber ku dêya wî bi tirkî nizanibûye, dizanibû dê zilm li wan bê kirin û got: "Dêya min jî ez matmayî hiştim. Malbatên li derve jî alîkariya wê kirine. Jê re gotine tu bi tirkî nizanî, lê tu navê kurê xwe dizanî û tu yê "Nasilsin?" (Çawa yî?) pê ve bikî. Jixwe yê me pir tahde li me dikirin, lê gava tahde li malbatên me bihatana kirin em pir diêşiyan. Bi alîkariya serdêran tiştek wisa çêbû. Gava dêya min got, "Kamber Ateş nasilsin?" Wê kêliyê min ji xwe re got, her hal tirkî hîn bûye. Min got ez baş im û min bi xwişka xwe re sohbet kir. Dêya min careke din ket navberê û pirsî, "Kamber Ateş nasilsin?" Gava cara sisêyan got, min fêm kir tirkî hîn nebûye..."    Ateş, diyar kir ku ev bûyer li Girtîgeha Mamak a Eskerî qewimiye û dêya wî cara duduyan ji bo hevdîtina vekirî hatiye girtîgehê. Ateş, destnîşan kir ku Tirkiye ji bo nîşanî Ewropayê bide ku piştî darbeyê îşkence tune ye, mafê hevdîtina vekirî da malbatan û girtiyan û got: "Di rojnameya Cumhûriyetê de nûçeya wê hatibû çêkirin. Wê çaxê sirf ji bo bibêjin îşkence tune ye, hevdîtinên vekirî çêkirin. Li wir hebikekî bi kurdî axivî. Qelebalixî hebû. Xwestin nîşanî Ewropayê bidin ku li Mamakê îşkence tune ye."    ‘GAVA OCALAN DÎT PIRSÎ EV NE EW ZILAMÊ ME YE'   Ateş, anî ziman ku dêya wî ji gund derneketiye û ji dîtineke polîtîk wêdetir hêla wê ya his û pêjnî berbiçavtir bûye û behsa bîranînek xwe û dêya xwe kir: "Di 1999'an de dêya min hatibû Enqereyê cem min. Dêya min ji nişka ve bi destê min girt û ez birim ber televîzyonê. Min fêm nekir bê ka çi bûye. Min pirsî bê ka çi bûye. Di televîzyonê de dîmenên Abdullah Ocalan ên dema wî ji balafirê dadixistin derketibûn. Lê nas nake, nizane. Ji tirkî fêm nedikir. Lê got, 'Ev ne zilamê me ye?' Wê xwe spartibû hisên xwe û ji ber wê wisa got. Ez matmayî mam. Min bawer nekir. Refleksek wisa da der. Fêm dike tiştekî pir cidî qewimiye, lê nizane çi ye. Hisên wê ew anîn cem min û bi wan hisan min bir wir."    ‘QET BI TIRKÎ NEAXIVÎ'   Ateş, ji bo helwesta dêya xwe ya ji bo kurdî jî ev tişt gotin: "Gava dêya min hat cem me Enqereyê û gava me ew dibir nexweşxaneyê, ji ber ziman bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ma. Nikaribû nexweşînên xwe baş bîne zimên. Tirkî qet hîn nebû. Qîmet dida zimanê xwe, derdora xwe û axa xwe. Axaftinên bi tirkî fêm dikir, lê min qet nedît bi tirkî xeber da. Li malê ew qas kes bi tirkî xeber didan, lê rojekê jî peyvek tirkî ji deva derneket. Tim bi zimanê xwe diaxivî."    Ateş, da zanîn ku ji ber nexweşînê, wan 12 sal berê dêya xwe biriye Stenbolê cem xwişka xwe Melek Dogrû û got: "Bi ruh tim bi gundê xwe vebû. Bedena wê çû, geriya lê ruhê wê tim li gund bû. Qet nexwest were. Ji ber nexweşînê ji bêgavî ji gund derket. Tim behsa gundê xwe dikir. Carekê gava nexweş bû, me ew bir gund. Got, 'Ez li vira bimirim, li cem xizmên xwe wê baş be.' Gava me cardin ew bir Stenbolê, got 'Kuro ez îsal jî nemirim kanî çito dibim.' Ruhê wê tim li wir bû."    MA / Bêrîvan Altan