HDP'î û DBP'î sûcdar kirin: Çima hûn tevli daxuyaniyan bûn? 2022-02-16 09:02:58 AYDIN - Di lêpirsîna ku li Aydinê dest pê kir de, daxuyaniyên ku rêvebirên HDP'î û DBP'î tevlê bûne, parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal û hevpeyvînên wan sûc hatine hesibandin.  Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Aydinê de, ji bo îfadeyê gazî Hevberdevka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Egeyê Neslîhan Arşîv û Endama Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayfer Demîrel hatiye kirin. Li midûriyeta polîsan ji Arşîv û Demîrelê çalakiyên ku tevli wan bûne û parvekirinên wan ên li ser medyaya sanal hatine pirsîn. Beşdarbûna wan a çalakiyên HDP'a Aydinê û li ser medyaya sanala parvekirina van çalakiyan "sûc" hatine hesibandin. Her wiha ji Arşîvê hevpeyvîna wê ya derbarê siyasetmedar Aysel Tûglûkê de ya di Ajansa Mezopotamyayê de jî hatiye pirsîn.    Ji Arşîvê parvekirina wê ya nûçeya derbarê panela TJA'yê de, parvekirina wê ya derbarê Parêzer Ebrû Tîmtîkê ya di greva birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû, beşdarbûna wê ya daxuyaniya çapemeniyê ya ji bo Komkujiya Roboskiyê û parvekirina wê ya derbarê vê daxuyaniyê de û civîna bi rêxistinên ekolojiyê re û çalakiya ji bo Aysel Tûglûkê hatine pirsîn.    Ji Ayfer demîrelê jî parvekirina "Em li danişîna Denîz Poyrazê ne. Em şînê nagirin, em serî radikin" û daxuyaniya Dayikên Aştiyê ya li Îzmîrê hatiye pirsîn. Her wiha parvekirina wê ya derbarê 3 siyasetmedarên jin ên li Parîs hatibûn qetilkirin de û li ser medyaya sanal parvekirinên wê yên derbarê çalakiyên TJA'yê de hatine pirsîn.    Hevpeyvîna Demîrelê ya derbarê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Jinnewsê de jî hatiye pirsîn. Ji xeynî vê hevpeyvîna wê ya derbarê Aysel Tûglûkê de ya di Ajansa Mezopotamyayê de, panelên tevli wan bûne û şahiya ku HDP'a Sûltanhîsarê li dar xistiye jî wekî sûc hatine hesibandin.