Li Îmraliyê sepana 'incommunicado' di meriyetê de ye 2022-02-16 10:11:12 STENBOL - Parêzer Raziye Ozturk diyar kir ku NY, sepanên li Îmraliyê bi têgeha “incommunicado” pênase dike û ji bo bidawîkirina van sepanan jî serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê da ne.    Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê çileyê de ji bo muwekîlên xwe Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê girtin û ji 25’ê adarê heta niha tu agahî jê nayên girtin, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bi “daxwaza tevdîrê” serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da. AYM’ê di 12’ê çileyê de serlêdan red kir û ev biryara xwe jî di 31’ê çileyê de ji parêzeran re ragihand.    Piştî ku AYM’ê serlêdan red kirî, parêzeran vêcarê jî di 3’yê sibatê de bi daxwaza “Çalakiya lezgîn” serî li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Di serlêdanê de parêzeran cih da raporên CPT’yê yên derheqê Îmraliyê de, rewşa agahî negirtinê û li ser vê yekê jî biryarên beriya niha Komîteya Mafên Mirovan a NY’yê dabûn bi bîr xistin. Her wiha parêzeran bal kişand ser xalên 7’emîn û 10’emîn ên Peymana Mafên Medenî ya NY’yê ku îşkence û nêzikatiya xerab qedexe dike û banga “çalakiya lezgîn” li Raportorê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kir ku bikeve nava liv û tevgerê.    Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk da zanîn ku ji bo ev rewşa agahînegirtina ji Îmraliyê bi dawî bibe, dê ji vir û şûnde jî serlêdanên bi vî rengî bikin. Ozturk diyar kir ku hewceye sepanên di meriyetê de di zûtirin dem de bi dawî bibin.      HEVDÎTINA TELEFONÊ YA DAWÎ   Raziye Ozturk anî ziman ku di 14’ê adara 2021’an de derheqê jiyana muwekîlê wan Abdullah Ocalan de li ser medyaya civakî çend agahî hatine parvekirin û wiha got: “Piştî van agahiyan, me her roj bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Di encama serlêdanan de, malbata wî di 25’ê adarê de li ser telefonê pê re axivî. Lê ev hevdîtin di rewşeke awarte de çêbû. Malbatên muwekîlên me çûn Serdozgeriyên Komarê û li wir axivîn. Muwekîlê me Hamîlî Yildirim pîr kîn axîvî. Axaftina birêz Ocalan jî gelek kurt berdewam kir. Dema ku telefon dibirîn, birêz Ocalan ji birayê xwe Mehmet Ocalan re got ku tişta tê kirin bêhiqûqî ye, divê parêzer ji bo hevdîtinê bên Îmraliyê û bertek nîşan dabû. Jixwe demekî kin piştî vê bertekê jî telefon hatibûn qutkirin. Ji wê rojê ve jî tu hevdîtin nayên kirin.”    NAVEROKA DOSYAYAN AŞKERA NEKIRIN   Ozturk da zanîn ku qutkirina telefonê fikarên heyî zêdetir kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Muwekîlên me yên din Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar jî axaftina li ser telefonê protesto kirin. Piştî ku telefon hatin qutkirin, me serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Gerînendetiya Girtîgeha Îmraliyê da. Lê belê bersiva me nehat dayîn. Li ser vê yekê me jî serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê da.  Lê dadgeriyê, biryara qedexeya 6 mehan a di 12’ê cotmeha 2021’an û ya 3 mehan di 18’ê tebaxê de hatibû dayîn weke hincet nîşan da û ev serlêdan red kir. Me xwest naveroka van dosyayan hîn bibin lê belê bi hinceta ewlekariyê destûr nedan. Bi gotineke din, ev dosya ji me hatin revandin.”     ‘FIKARÊN ME ZÊDE DIBIN’   Di berdewamê de jî Ozturk diyar kir ku li gorî biryara dadgehê, qedexeya hatiye danîn divê ji muwekîlên wan re hatibin ragihandin û wiha pê de çû: “Lê xuyaye ku yek ji wan jî îtîraz nekiriye. Em dizanîn ku birêz Ocalan ev demekî dirêje di mijara îtîraza li dijî van biryaran bi berteke lewma jî tu îtîrazan nake. Lê belê muwekîlên me yên din di van rewşan de îtîraz dikin. Muwekîlên me heta niha jî li dijî van cezayên dawî tu îtîraz nekirine û ev yek jî fikarên me zêdetir dikin. Serlêdanên me hatin redkirin lewma jî me serî li AYM’ê da.”    SERLÊDANA AYM’Ê   Ozturk da zanîn ku bi “daxwaza tevdîrê” serî li AYM’ê da ne û wiha pê de çû: “Heta roja ku me serî li AYM’ê dayî, bûbû 8 meh ku tu agahî ji muwekîlên me nehatiye girtin. Mûwekîlên me bi tevahî hatine îzolekirin û bi awayekî derhiqûqî hem cezayên disiplînê lê tên birîn û hem jî hevdîtinên parêzeran tên qedexekirin. Di serdanên xwe yên berê de CPT’yê ev cezayên disiplînê yên Tirkiyeyê weke pêkanînên xapînok pênase kiribûn û destnîşan kiribû ku ev biryare, biryarên polîtîk in. Di serlêdana xwe de me jî hem qala raporên CPT’yê kir û hem jî me got rewşa nediyar a heyî bandoreke neyînî li ser muwekîl û malbatên wan dike, ji ber rewşa pêşengtiyê ya Ocalan, bandorek mezin li hemû civakê jî dike. Jixwe di serlêdana xwe de me îçtîhadên NY’ê esas girtin.”    REWŞA İNCOMMUNİCADO’YÊ   Parêzer Ozturk bi lêv kir ku NY, rewşa mîna ya li Îmraliyê weke “incommunicado” pênase dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Anku, heke mirovek bi tevahî ji dinyaya derve bê îzolekirin, nekare amûrên ragihandinê bi kar bîne û bi tu kesî re nekare têkiliyan deyne, ev pênase tê kirin. Mirov dikare vê têgehê ji bo muwekîlên me yên li Îmraliyê jî bi kar bîne. Jixwe li gorî DMME’yê ev yek îşkence ye. CPT’yê ev rewş beriya niha weke ‘hucreya di nava hucreyê de’ pênase kiribû. Rewşa İncommunicado ji ber ku hem nediyariyeke micid e, hem ji keyfa rêveberiyê re hatiye hiştin û tu venihêrîn li wir nayê kirin, “bi giştî xetereyeke mezin li ser jiyanê çê dike.’ Lewma di serlêdana xwe ya AYM’ê de me ev yek jî diyar kir. Di serlêdana xwe ya AYM’ê de me xwest vê rewşa îşkenceyê bi dawî bikin. Lê belê daxwaza me hat redkirin.”    AYM TENG NÊZ DIBE   Bi domdarî Ozturk anî ziman ku AYM teng nêzî daxwazên wan dibe lewma jî serlêdanên wan ên ji bo tevdîran red dike û wiha derbirî: “Ji bo ku tecrîd û îşkence bi dawî bibe, muwekîlên me bikarin amûrên ragihandinê bi kar bînin û di gelek mijarên din de me serlêdan kir. Me xwest ku rewşa nediyar a li Îmraliyê bila bi dawî bibe û rê bidin ku em li wir venihêrîn û çavderiyan bikin. A rast, ev daxwazên me ne daxwazên ekstra ne. Tekane daxwaza me ew e ku wekî hemû girtiyan, bila muwekîlên me jî bikarin van mafên xwe bi kar bînin. Nexwe, ya ku tê kirin îşkence ye. Lê AYM’e bi sedema ‘têkildarî rewşa tenduristî û îşkenceyê ya muwekîlan, hinek îdiayên parêzerên wan hene lê belê dema ji rêveberiya girtîgehê hatiye pirsîn, hat gotin ku pirsgirêkek nîne û rewşeke wiha neqewimiye’ daxwaza me red kir.”   POLÎTÎKAYA ÎMRALIYÊ BERDEWAM E   Ozturk daxuyand ku diviya di nava 3 rojan de daxwaza wan a tevdîrê bihata bersivandin lê belê AYM’ê 36 roj piştre li wan vegeriyaye û ev agahî dan: “Em, van sepan û bêhiqûqiyan weke ‘polîtîkaya Îmraliyê’ pênase dikin. Ev helwesta AYM’ê jî yek ji parçeya vê polîtîkayê ye. Bêhiqûqiya li wir bi rastî jî bi vî rengî dimeşe. Li dijî van biryarên redkirinê, em ê di çarçoveya peymanên neteweyî û navneteweyî de hewldanên xwe yên wiha bidomînin.”    SERLÊDANA ÇALAKIYA LEZGÎN   Di berdewamê de jî Ozturk bal kişand ser serlêdana ku bo Raporterê Taybet ê Îşkenceyê yê NY’yê kiribûn û wiha pê de çû: “Me di vê serlêdanê de diyar kir ku zêdetirî 11 meh in em tu agahiyan ji muwekîlê xwe nagirin. Her wiha me qala raporên CPT’yê û îçtîhadê NY’yê jî kir. Li ser vê bingehê jî me bi daxwaza “bila bi awayekî lezgîn bikevin nava liv û tevgerê’ serlêdan kir. Ji ber ku peywira Raportorê Taybet ew e ku pêşî li îşkenceyê bigire. Ya rast divê hêj îşkence nehatiye kirin rê li ber bigire. Lê belê di halê hazir de niha îşkence heye. Û hewldana me jî ji bo wê ye ku êdî dawiyek li vê îşkenceyê bê anîn.”    'HEWLDANÊN ME DÊ BIDOMIN’    Ozturk da zanîn ku Raportê Taybet dibe ku ji vê astê û şûnde ji hikûmetê re nameyeke îdiayan binivîse û wiha daxuyand: “Dibe ku di vê nameyê de bixwaze îdiayên heyî bên bersivandin, pêşî li îşkenceyê bê girtin û girtî bên parastin. Di rewşeke wiha de Wezareta Karên Derve neçare ku di nava 60 rojan de bersivê bide. Heke bersivê bide jî dê Raportorê Taybet van agahiyan bide me. Yek ji peywirên raportor ew e ku biçe li wir lêkolînan bike. Lê di vê mijarê de heta niha tu agahiyek ji me re nehatiye şandin. Komîsyonên jêr ên NY’yê jî di nav de, ji bo ku bi lez û bez pêşî li vê rewşa heyî bê girtin, me serî li hemû komîsyonan da û daxwazên xwe anîn ziman. Dê hewldanên me yên hiqûqî berdewam bikin.”    'DAXWAZA ME AZADIYA OCALAN E’   Parêzer Raziye Ozturk destnîşan kir ku divê Tirkiye êdî li gorî makeqanûnan tevbigere û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza me ew e ku bi hiqûqa xwe bikin. Bêguman daxwaza me ya sereke azadiya muwekîlên me ye. Lê qet nebe, di rewşa heyî de bila bi qanûnên xwe bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Tecrîda li ser Ocalan nîşan dide ku komploya 15’ê Sibata 1999’an hêjte tê domandin. Ev tecrîd tenê bi Îmraliyê re jî bisînor namîne. Tevahiya civakê tê tecrîdkirin. Heke deriyên Îmraliyê bên vekirin, bawerim dê tevahiya civakê bêhneke rehet bigire. Lewma ji bo rakirina tecrîdê divê di her qadê de hewldanên girîng hebin.”    MA / Ferhat Çelîk