Gelo ATK çima nexweşîna Aysel Tugluk nabîne? 2022-02-16 10:11:37   ENQERE - Li gel ku Aysel Tugluk nexweşîna demansê lê peyda bûye jî û dermanên nexweşîna Alzheimer dixwe jî ji aliyê ATK’ê ve nayê berdan. ATK rapora “berpirsiyariya cezaî” da Tugluk.    Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk a li Girtîgeha Kandiraya Kocaeliyê ya Jimara 1’an a Tîpa F’yê tê ragirtin. Nexweşîna “demans” li Tugluk peyda bûye. Rewşa wê girantir dibe. Tugluk di 1’ê sibatê de birin Saziya Tiba Edlî (ATK) û dîsa wek raporên berê rapoek nû hat amadekirin. Tugluk ji Doza Kobanê jî tê darizandin. 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ku li dozê dinêre, xwestibû Tugluk 3 hefte li ATK’ê were ragirtin. Lê Tugluk 3 rojan li ATK’ê hat hiştin û rapora “bepirsiyariya cezaî” danê. Di rapora 25 rûpelî de ku ji bo Tugluk hat amadekirin de di 15 rûpelên ewil de behsa “sûcdariyên” Doza Kobanê hat kirin.    Di 10 rûpelên mayî yên raporê de nexweşxaneyên ku Tûglûk heta Adara 2021'an çûyê, encamên muayeneyan, reçeteyên dermanên hatine dayîn û biryarên berê yên ATK'ê hatine dayîn hene. Tugluk li gel ku dermanên nexweşîna Alzheimerê dixwe jî dîsa nayê berdan. ATK’ê dîsa berdana Tugluk red kir û li gorî ATK’ê silametî ango tenduristiya Tugluk normal e.    NEXWEŞÎN BANDORÊ LI SER CEZA NAKE!    Tevî hemû encamên nebaş ên tenduristiya Tugluk jî ATK’ê diyar kir ku “Xerabûna Bîrbirî ya Sivik” hatiye tespîtkirin û tu bandorek wê li ser cezayê wÊ bike tune ye. ATK’ê bi vî awayî berdana Tugluk dîsa red kir.