Di operasyona hişbirê ya Licê de gosermetên nû 2022-02-16 10:54:50   AMED - Di operasyona hişbirê ya fermandariyên cendirmeyan ên Licê û Amedê anî hemberî hev de leşkerekî payebilind ji bo girtina gumanbar M.K. zextê li dadgerê dozê kiriye û dadger xwestiye ji dozê vekişe. Parêzerê M.K. Ferhat Kilinç, derbarê lêpirsînê de agahiyên girîng parve kirin.    Derbarê operasyona hişbirê ya di 18'ê mijdara 2021'an de li navçeya Licê ya Amedê hatibû kirin û mîqdareke zêde hişbir hatibû bidestxistin û lêpirsîna ku derbarê wê de tê kirin de agahiyên girîng hatin bidestxistin. Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Licê, di operasyona ku li dar xistibû de li bereqeyeke nêzî mala M.K. a li mezraya Xerengoz a girêdayî gundê Qerehesen ê navçeya Licê lêgerîn pêk anîbû û mîqdareke zêde hişbir desteser kiribû. Çavkaniyeke ku we demê xwe gihandibû ajansa me derbarê hişbirê de agahiyên balkêş parve kiribûn. Çavkanî, dabû zanîn ku gumanbar M.K. ji Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê re agahiyên îstixbarî radigihîne û ji ber vê Fermandariya Cendirmeyan a Navçeyê ya Licê û Fermandariya Cendirmeyan a Bajar a Amedê hatine hemberî hev. Her wiha çavkanî, angaşt kiribû ku M.K. û M.G. ê pê re hatibû binçavkirin bi bertîlê hatine berdan.   BI SALOXDÊRAN DEST PÊ KIRIYE   Li gorî agahiyên nû, operasyona bi agahî dayîna du saloxdêrên bi navê “X” ve “Y” dest pê kiriye û di bereqeya nêzî mala gumanbar M.K. de 223 kîlo esara bi rengê kubar hatiye desteserkirin. Piştî dîtina hişbirê, Serdozgeriya Komarê ya Licê, bi daxwaza girtina M.K. serî li Dadgeriya Ceza ya Silhê ya Licê daye. Dadgeriyê vê daxwazê qebûl kiriye û ferman daye ku piştî girtina îfadeyê wî M.K. bê berdan. Dadgeriyê daxwaza dozgeriyê ya sînordarkirina dosyaya lêpirsîn red kir û îtîraza ji bo vê hatiye kirin jî red kiriye.    DADGER DIXWAZE JI DOSYAYÊ VEKIŞE   M.K. ku derbarê wî de biryara girtinê hatiye derxistin, di 3'ê kanûna 2021'an de çûye Edliyeya Licê û û di lêpirsîna dozgeriyê de angaşt kiriye ku tu eleqeya wî bi hişbira ku hatiye desteserkirin re tune ye. Dozgeriyê, bi sûcdariya "bazirganiya hişbirê" daxwaza girtina M.K. kiriye, lê dadgeriyê bi şertê kontrola edlî wî berdaye. Li gorî angaştê, leşkerekî paye bilind di pêvajoya van kirariyan de ji bo girtina M.K. ketiye odeya dadger û zextê lê kiriye. Piştî vê bûyerê dadger bi hinceta ku "zext li bêalîbûna hatiye kirin" ji Dadgeha Ceza ya Silhê ya Licê re radigihîne ku ji dosyayê vekişe. Lê daxwaza wî tê redkirin. Dadger, piştre biryara berdana gumanbar M.K. dide.    GUMANBARÊ DIN JÎ HAT GIRTIN   Piştî ku M.K. tê berdan dozgerî berdana wî îtîraz dike û Sêyemîn Dadgeriya Ceza ya Silhê îtîraza dosgeriyê qebûl dike û biryara girtina M.K. derdixe. Gumanbarê din ê dosyayê M.G. jî di destpêka meha çileyê de hatibû girtin.    CERDEVAN AGAHIYA LÊPIRSÎNÊ DIDE   Parêzerê M.K. Ferhat Kilinç ji ajansa me re axivî û hin agahiyên din ên sosret parve kir. Parêzer Kilinç, diyar kir ku angaştên derbarê muwekîlê wî de nerast in û agahiya lêpirsîna ku ji ber desteserkirina hişbirê derbarê wî de hatiye destpêkirin cerdevanê bi navê M.D. muwekîlê wî re ragihîne û ji muwekîlê wî re dibêje ku dikare lêpirsîna hatiye destpêkirin dikare di berdêla pere de bigire. Kilinç, zexta li ser dadger jî piştrast kir û diyar kir ku fermandarekî paye bilind li edliyeyê muwekilê wî dikişîne quncikekî û gefa girtinê lê dixwe û piştre ji bo girtina wî zextê li dozgerî û dadger jî dike.