Li Agiriyê 6 kesên din jî hatin binçavkirin 2022-02-16 14:18:39   AGIRÎ - Li Agiriyê di serdegirtinên malan de 6 kesên din hatin binçavkirin.    Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê ji 6 kesên ku bi îdiaya "endametiya rêxistinê" hatibûn binçavkirin, 5 kes hatin girtin, kesek jî bi şertê kontrola edlî hat berdan. Îro serê sibehê jî di çarçoveya heman lêpirsînê de leşkeran avêt ser hin malan. Leşkeran piştî lêgerîna li malan kesên bi navê Kemal Bakir, Ahmet Ozden,  Niyazî Ergul, Mehmet Alî Ozdemîr, Dînçer Varol û Ebûbekir Aladag kirin binçavan. Hat ragihandin ku 6 kesên hatine binçavkirin birine Qereqola Jendermeyan a Navçeya Giyadînê. Hat gotin ku ev welatî ji ber hin xwepêşandanên sala 2015'an têne sûcdarkirin.