Ji bo doza Buldan dê ji AYM’ê agahiyan bixwazin 2022-02-16 14:55:16   ENQERE - Danişîna doza Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan îro li Enqereyê hat dîtin. Şandeya dadgehê biryar da ku ji AYM’ê were pirsîn bê ka dosyaya Buldan di kîjan astê de ye.    Bi sedema daxuyaniyan û çalakiyên ku beşdar bûbû, derheqê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” doz hatibû vekirin. 12’emîn danişîna dozê li 18’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat dîtin. Buldan beşdarî danişînê nebû lê parêzerên wê Kenan Maçoglu û Fîkret Îlkîz amade bûn.    Danişîn, bi tespîtkirina nasnameyê dest pê kir û piştre jî parêzerên Buldan axivîn. Parêzeran wergera tirkî ya biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku di 1’ê sibatê de ji bo 40 parlamenterên HDP’ê dabû, pêşkeşî dadgehê kir. Parêzeran da zanîn ku di rûniştinê dozê ya berê de bi daxwaza sekinandina dozê serlêdan kirine lê ev serlêdan hatiye redkirin û lewma jî serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) da ne. Parêzeran dîsa xwest ku ev doz bê sekinandin. Parêzeran, di heman demê de biryarên derheqê sekinandina dozên parlamenterên HDP’ê Ayşe Surucu û Fatma Kurtulan de jî pêşkeşî şandeya dadgehê kirin.    JI AYM’Ê AGAHÎ XWESTIN   Piştî daxwazên parêzeran, şandeya dadgehê biryar da ku ji AYM’ê bê pirsîn bê ka dosyaya Buldan di kîjan astê de ye. Doza Buldan, taloqî 11’ê gulana 2022’yan hat kirin.