Li Çewligê 10 kes hatin berdan 2022-02-16 15:09:31   ÇEWLIG - Li Çewligê 10 kesên di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Li navenda Çewlgiê û navçeyên wê duh di serdegirtinên malan de welatiyên bi navê Yusuf Ortaç, Cengîz Mert, Emîn Canpolat, Faruk Orak û Ramazan Buyruk û 5 kesên navê wan nehat zanîn hatibûn binçavkirin. Piştî karûbarên îfadeyên li midûriyeta polîsan ew birin edliyê. Piştî îfadeyên li dozgeriyê her 10 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.    Emîn Canpolat ê hatiye berdan, duh di dema binçavkirinê de bi îşkenceya leşkeran re rûbirû mabû.